Di meşa budçeyê ya DEM Partiyê ku ber bi Enqereyê ve hate destpêkirin Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari li Êlihê axivî û got: “Di roja dawî ya budçeya desthilatdariyê de em ê ji budçeya şer û rantê re bibêjin na.”
Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî), bi daxwaza edaletê ji çar milan ve bi dirûşma “Budçeya ji bo ked û aştiyê” ber bi Enqereyê ve meş da destpêkirin. Milek meşê jî ji Êlihê hat destpêkirin. Meşa ku li Parka Yilmaz Guney hat lidarxistin, ber bi Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê ve bidawî bû. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxsitinên sivîl beşdarî meşê bûn. Di meşê de dowîzên “Ne budçeya ji bo şer, serma û faîzê, ji bo kedkar, ciwan û jinan”, “nan, aştî û azadî”, “li dijî şer budçeya ji bo ked û aştiyê” hatin hilgirtin.
‘Budçe dîsa ji bo şer hate veqetandin’
Beriya meşê li Parka Yilmaz Guney daxuyanî hat dayîn. Tulay Hatîmogûllari ya ku li vir axivî, diyar kir ku dê meşa xwe li Enqereyê bidawî bikin û dê daxwazin her kesê ji bo Meclîsê ragihînin. Tulay Hatîmogullari di axaftina xwe de wiha got: “Civînên budçeyê didomin, a rast divê daxwazên budçeyê ji bo ciwan, jin, xizan, kedkaran be û dê daxwazên me li ser vî esasî be. Em ji bo nan û aştiyê budçeyê dixwazin. Em wek DEM Partî, li her qadî, li parlamentoyê bi vê dirûşmê tevdigerin. Civînên 40 roj in ji bo budçeyê didomin, me hemû daxwazin wan ji wan ragihand. Pişniyarpirsên me bi dengên AKP-MHPê ve hate redkirin. Deshilat aku dibêje ez mafê kedkaran diparêzim, plandayîna budçeyê li gorî berjewendiyên sermayedar û şer veqetandiye.”
Tulay Hatîmogûllari siyasetmedar û kedakarên ku li Êlihê jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û got: “Krîza ku Tirkiye di nav de mînakên wê kêm in. Welatî nikarin kirêya xanî bidin. Teqawidbûyî nikarin goşt bibin mala xwe. Her kes bi deynan ve dijÎn. Welatiyên me deyn bi deyn ve didin. Kî kêmtirîn mûçe diyar dike? Patron û destilat. Sînorê birçîbûnê 36 hezar, yê xizaniyê 90 hezar derbas kiriye 26 hezar çawa dibe kêmtirîn mûçe?”

‘Bila budçeya aştiyê were amadekirin’
Tulay Hatîmogûlari bal kişand ser polîtîkayên qeyûm û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em wek DEM Partî, bi hişmendiya rêveberiya xwecihî dixwazin li dijî xizaniyê têbikoşin. Li Êlihê ku xizanî û bêkarî zêde ye, qeyûm hat tayînkirin. Mafê hilbijartinê yê Êlihê hat bibpêkirin. Em vê yekê qebûl nakin. Divê tavilê qeyûmên hatine tayînkirin bên vekişandin. Ev yek ji bo demokrasiya Tirkiyeyê û îradeya rêveberiya pêwîst û di nava daxwazên me yên sereke de ye. Bila desthilat jî Enqere jî bibîhîze. Em dixwazin budçeya aştiyê bê çêkirin.”
‘Banga 27ê Sibatê girîngî û dîrokiya xwe diparêze’
Tulay Hatîmogûllari qala pêvajoya aştiyê kir û got: “Banga Aştî û Civaka Demokratîk a rêzdar Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê pir girîng û dîrokî ye. Ne ji bo şer, ji bo aştiyê budçe. Li gorî me ji bo avakirina aştî û demokrasiyê budçe girîng e. Budçe ne tenê pere ye, budçe rêvebirina demokratîk a welateî ye. Budçe hişmendiya rêvebirinê ye. Mafê perwerdehiya Kurdan bi zimanê dayikê ye. Em ji bo budçeya şer û rantparêziyê bibêjin na. Serkeftin.”
Piştî axaftinê nameyên kedkarên ji bo li Enqereyê pêşkêşî Meclîsê bê kirin, radestî Tulay Hatîmogûllari hat kirin.
Piştre meş hat destpêkirin. Di meşê de bi dirûşma “Nan, aştî, azadî” hat berzkirin. Meş li pêşberî avahiya DEM Partiyê ya Êlihê bidawî bû. Piştî meşê koma ku dê beşdarî meşa Enqereyê bibe bi berzkirina dirûşmeyan hate oxirkirin.













