• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Amedê belgefîlma ‘Terazûya Şikestî’ hat temaşekirin

    Li Amedê belgefîlma ‘Terazûya Şikestî’ hat temaşekirin

    MSD: Bi lez alîkariyê bigihînin koçberên li wargeha Hesekê

    MSD: Bi lez alîkariyê bigihînin koçberên li wargeha Hesekê

    Cejna Newrozê li Parka Şêxşamîl jî bicoş hate pîrozkirin

    Cejna Newrozê li Parka Şêxşamîl jî bicoş hate pîrozkirin

    Li her derê Stenbolê agirê Newrozê geş dibe

    Li her derê Stenbolê agirê Newrozê geş dibe

    Li Amedê ji bo Yilmaz Piling mewlûd hat dayîn

    Li Amedê ji bo Yilmaz Piling mewlûd hat dayîn

    Li Şankûşê cara yekemîn agirê Newrozê hate pêxistin

    Li Şankûşê cara yekemîn agirê Newrozê hate pêxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Amedê belgefîlma ‘Terazûya Şikestî’ hat temaşekirin

    Li Amedê belgefîlma ‘Terazûya Şikestî’ hat temaşekirin

    MSD: Bi lez alîkariyê bigihînin koçberên li wargeha Hesekê

    MSD: Bi lez alîkariyê bigihînin koçberên li wargeha Hesekê

    Cejna Newrozê li Parka Şêxşamîl jî bicoş hate pîrozkirin

    Cejna Newrozê li Parka Şêxşamîl jî bicoş hate pîrozkirin

    Li her derê Stenbolê agirê Newrozê geş dibe

    Li her derê Stenbolê agirê Newrozê geş dibe

    Li Amedê ji bo Yilmaz Piling mewlûd hat dayîn

    Li Amedê ji bo Yilmaz Piling mewlûd hat dayîn

    Li Şankûşê cara yekemîn agirê Newrozê hate pêxistin

    Li Şankûşê cara yekemîn agirê Newrozê hate pêxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Desthilatê jiyana welatiyan neparast
Tulay Hatîmogullari: Desthilatê 3 rojan mirina welatiyan temaşe kir

Semsûr / AW

5 SIBAT 2026 - 23:54
Kategorî: MANŞET
A A
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar anî ziman ku desthilatê di erdhejê de mafê jiyanê yê welatiyan neparast û Hevseroka Giştî ya DEM Partî Tulay Hatîmogullari jî destnîşan kir ku desthilatê 3 rojan mirina welatiyan temaşe kir.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Semsûrê di salvegera ardheja 6ê Sibatê de bi beşdarbûna Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal civîna gel li darxist. Parlamenterên DEM Partî Alî Bozan, Ferît Şenyaşar, Şaredarê Semsûrê Abdurrahman Tutdere, endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî û gelek kes tevlî civîna gel bûn. Civîna gel ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest danê bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

‘Em erdhejê nadin jibîrkirin’

Piştî rêzgirtinê Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari axivî. Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ew erdheja 6ê Sibatê tu car ji bîr nakin û wiha axivî: “Desthilatê 3 rojan bi awayekî mirina mirovan temaşe kir. Min jî di erdhejê de xizm û nasên xwe winda kir. Me ji bo veşartinê kepçe nedît. Lê piştî çend hefteyan piştî ku îhalê dan çeteya 5an me kepçe dîtin. Çima ew kepçe di rizgarkirina mirovan de nehatin bikaranîn. Heke kepçe biçûna alîkariyê gelek kes dikarîbûn rizgar bikin. Maxdûrên erdhejê bang li alîkariyê dikir lê kes neçû alîkariyê. Di destê tîma AFADê de tu amûr tune bû. Me vê erdhejê de jî dît ku desthilatê saziyên dewletê çi kiriye. Tevî 3 sal derbasbûnê jî hê birînên erdhejê nehatine peçan. Hê jî maxdurên erdhejê di konteyneran de dijîn. Dibêjin me birînên maxdûrên erdhejê peçane lê derew e. Tu birin nepeçanê. Bacên erdhejê ji bo rantê bikaranîne, ji bo erdhejê bi kar naynin. Bi wan pereyan bi milyonan xanî dikarîn çêbikin. Çêkirina xaniyan peywîra dewletê ye. Lê dewlet xaniyan difroşê maxdûrên erdhejê. Lê gel xwedî li hev derketin û piştevaniya gel birînên maxdûrên erdhejê peça. Di erdhejê de jî girîngiya piştevaniya gel bi hev re derket holê. Em tu carî vê erdhejê ji bîr nakin û ji bo êşên din neyên jiyîn nadin jibîrkirin.”

Piştre jî Şaredarê Semsûrê Abdurrahman Tutdere axivî. Abdurrahman Tutdere bi lêv kir ku ew erdheja 6ê Sibatê û îhmala wê rojê ji bîr nakin û got ku ew ê hertim piştevaniya xwe xurt bikin.

‘Em ê piştevaniya xwe mezintir bikin’

Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî. Çîgdem Kiliçgun Uçar anî ziman ku desthilatê berpirsyara erdhejê negirtiye ser xwe û wiha axivî: “Di ser erdhejê re 3 sal derbasbûnê lê hê jî pêdiviya xaniyan a maxdûrên erdhejê nehatiye çareserkirin. Dema ji desthilatê pirsin ew çi bi bacên erdhejê kirin gotin me rê çêkirine lê ew rêyên ku çêkirin jî alîkarî negihandin maxdûrên erdhejê. Lê saziyên sosyalîst, welatparêz û gel xwe gihand alîkariya maxdûrên erdhejê. Erdhej xwezayiyê lê qetlîama di erdhejê de pêkhat dikare bê astengkirin. Li dijî erdhejê divê tedbir bên girtin. Desthilat bi mizginiya îmarê bû sedema bi hezaran kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane. Di erdhejê de me dît ku desthilat çawa mafê jiyanê ya welatiyan neparast. Em ê birînên erdhejê bi hev re bipêçin. Em ê li rex hev bin. Em ê ji bo erdhejan de qetlîamên bi vî rengî çênebin piştevaniya xwe mezintir bikin.”

‘Desthilat berpirsê qetlîamên erdhejê ye’

Seroka Giştî Komeleya Elewiyên Demokratîk Seher Şenguluyilmaz destnîşan kir ku wan jî di erdhejê de hevalên xwe windakirine û got ku wan di erdhejê de şahidiya ku piştevanî dikare birînan sivik bikin, kirine.

Serokê Federasyona Elewiyan Mustafa Aslan jî diyar kir ku desthilatê maxdûrên erdhejê tenê hiştiye lê gel di nav xwe de tora piştevaniyê ava kiriye û got ku divê ew maf bikin ku em ne mecburî vê desthilatê ne.

Serokê Giştî yê KESKê Ahmet Karagoz jî di civîna gel de axivî û got ku desthilat berpirsê qetlîama erdhejê ye û got ku ew ê tu car ji bîr nekin.

Piştî axaftinan sînevîzyona ku qala erdhejê dike hat temaşekirin. Piştî temaşekirina sînevîzyonê civîna gel bi bi stranan bi dawî bû. Seat de 03.00an de girse dê li qada nexweşxaneya berê kom bibe û bi meşeleyan ber bi kuleya seatê y Semsûrê ve bimeşe û qurnefîl li wir dayne.

 

Etîket: civînDBPDEM PartîErdhejSemsûr
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Stenbolê komkujiya Helebceyê û Beyazitê hate şermezarkirin

Li Stenbolê komkujiya Helebceyê û Beyazitê hate şermezarkirin

15 ADAR 2026
Heyetek ji Bakur dê tev li merasîma cenazeyê Salih Muslim bibe

Heyetek ji Bakur dê tev li merasîma cenazeyê Salih Muslim bibe

12 ADAR 2026
Tîryakî: Li Tirkiyeyê pêwistî bi reforma rêveberiyên xwecihî heye

Tîryakî: Li Tirkiyeyê pêwistî bi reforma rêveberiyên xwecihî heye

12 ADAR 2026
Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

Meclisa Jinan a DEM Partiyê xwest ku rapora Dîlan Karamanê paşve bê kişandin

11 ADAR 2026
DEM Partî: Vera krîzanê mîyanneteweyî vengdayîşê 27ê sibate rayîrêko newe akerd

DEM Partî: Levent Gultekîn wek trolên dîn û har tevdigere

11 ADAR 2026
Heyetê Rayberîya Merkezî yê DEM Partî kom bi

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

11 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Xelatên pêşbirka çîrokên jinan a Rojîn Kabaîşê hatin dayîn

    Xelatên pêşbirka çîrokên jinan a Rojîn Kabaîşê hatin dayîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Bavê Welat hat oxirkirin: Bi slogana ‘şehîd namirin’ spartin axê HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gelê Kurd bi cil û bergên xwe ve tê naskirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çelenga Newrozê Binevş Agal : Li Kurdistanê jiyan jî mirin jî xweş e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çelenga Newrozê Zekiye Alkan : Çareya li dijî bêçaretiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanan civîna ‘Siberoja Azad’ li dar xist

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Her sal Keleha Wanê dibe cihê berxwedana Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (583)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne