• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mirina girtî Rojhat Babat di rojeva Meclisê de ye

    Mirina girtî Rojhat Babat di rojeva Meclisê de ye

    AVA TVyê wêneyê Abdullah Ocalan sansur kir!

    AVA TVyê wêneyê Abdullah Ocalan sansur kir!

    Li Efrînê şopên talan û dagirkeriyê

    Li Efrînê şopên talan û dagirkeriyê

    Aydin Adiyaman piştî 32 sal û nîvan hate berdan

    Aydin Adiyaman piştî 32 sal û nîvan hate berdan

    Dayikên Aştiyê li Edeneyê ji bo rojbûna Ocalan dar çandin

    Dayikên Aştiyê li Edeneyê ji bo rojbûna Ocalan dar çandin

    Rojnameger Evîn Bûldan hat bibîranîn

    Rojnameger Evîn Bûldan hat bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mirina girtî Rojhat Babat di rojeva Meclisê de ye

    Mirina girtî Rojhat Babat di rojeva Meclisê de ye

    AVA TVyê wêneyê Abdullah Ocalan sansur kir!

    AVA TVyê wêneyê Abdullah Ocalan sansur kir!

    Li Efrînê şopên talan û dagirkeriyê

    Li Efrînê şopên talan û dagirkeriyê

    Aydin Adiyaman piştî 32 sal û nîvan hate berdan

    Aydin Adiyaman piştî 32 sal û nîvan hate berdan

    Dayikên Aştiyê li Edeneyê ji bo rojbûna Ocalan dar çandin

    Dayikên Aştiyê li Edeneyê ji bo rojbûna Ocalan dar çandin

    Rojnameger Evîn Bûldan hat bibîranîn

    Rojnameger Evîn Bûldan hat bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hatîmogûllari: Peyama Îmraliyê çareserî û aştî ye

Riha / AW

3 ÇILE 2025 - 16:19
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari li Pirsûsê di meşa ji bo Rojava de axivî û bal kişand ser peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û got: “Peyama Îmraliyê çareserî û aştî ye. Bi şer, SÎHAyan, ÎHAyan çareserî nabe divê di bingeheke demokratîk de çareseriyek çêbibe.”

 

Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Pirsûs a Rihayê û Kobanê hatiye destpêkirin di roja 12emîn de didome. Bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratik (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA), li navçeya Pirsûsa Rihayê bi dirûşmeya “Ji bo aştî, azadî û jiyaneke hevpar em berxwedana Rojava silav dikin” meşek girseyî hat lidarxistin û piştre axaftin hatin kirin.

Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari, endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, ji bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran kes tev li meşê bûn.

Meş ji ketina bajarokê Elîgorê ya navçeya Pirsûsê dest pê kir û heta derketina ji bajarok berdewam kir.

Di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” , “Bijî Serok Apo” , “Rojava dê ji faşîzmê re bibe goristan” , “Ji şer re na aştî a niha” hatin berzkirin. Sirûd û stran hatin gotin.

Pankarta “Rojava rûmeta me ye” hate hilgirtin. Dowizên “Rojava dengê gelên cîhanê ye” , “Pirsûs Kobanê ye, Kobanê Pirsûs e” , “Em ê li şoreşa jinê xwedî derkevin” “Rojava xeta me ya sor e”, “Gelê Kobanê ne bi tenê ye” , “Em ê bi berxwedanê seebikevin” û wêneyên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn” ên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hatin qetilkirin hatin rakirin. Leşkeran pêşî li meşe girt û nehişt bigihe ser sînorê Kobanê û Pirsûsê. Li ser vê yekê beşdarvanan bertek nişandan û di derketina bajarokê Elîgorê daxuyanî dan çapemeniyê.

‘Li hemberî olfiroşan Rojava biparêzin’

Ewilî li ser navê Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) Dunayser Mendelkanî axivî û wiha got: “Êrişên hovane yên li ser gelê me û gelên din şermezar dikin. Komkujiya li ser Elewiyan şermezar dikin. Rojava hêlîna mirovahiyê ye. Em bang li sazî û dezgehên kurdan dikin ku bibin yek. Yekitî ji bo rojava mertal e. Ev çeteyên li ser navê îslamê dimeşin li ser xeta fîravûnan e. Li hemberî van olfiroşan parastina Rojava bikin. Rojava avakirina azadî û edaletê ye. Her bijî Rojava”

‘Şoreşa Rojava hêviya hemû gelên bindest e’

Hevserokê Giştî yê ESPê Mûrat Çepnî jî axivî û wiha got: “Em bang li kesên dixwazin Rojava dagir bikin dikin. Em ne ji wan çeteyên ku hûn mûçe didinê ne. Li vir gelek heye. Silav ji gelê xwedî vîna azad re. Pirsûs tê wateya têkoşîna edalet e, Kobanê, Rojava. Şoreşa Rojava hêviya hemû gelên bindest e. Şoreşa Rojava bi hev re jiyana gelan e. Kobanê neket wê nekeve. An serkeftin an serkeftin.”

‘Ji dîroka xwe ders negirtine’

Endamê MYKa KKPê û parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek jî diyar kir ku kesên dixwazin Kobanê dagir bikin ji dîroka xwe ders negirtine û wiha axivî: “Sînorê xwe bizanin li wir gel heye. Ew gel îradeya xwe radestî we nake. Gelê kurd dê çawa îradeya xwe, çeka xwe radestî hikumeta Şamê bike? Bila baş bizanin pergala unîter bi Esad re hilweşiya. Ne tenê gelê kurd gelên elewî durzî û gelên din jî qebûl nakin. Bila HTŞ destê dostaniyê dirêjî Rojava û gelên din bikin. Heke em yekitiya xwe li her çar parçeyan pêk bînin em ê Rojava û Başûr biparêzin û bi pêş ve bibin. Heke nekin em ê winda bikin. Yên dibêjin em wijdana gelê kurd in bila bandorê li ser partiyên siyasî bikin.”

‘Kobanê mirovahî parast’

Endamê MYKa PÎAyê û parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Kamaç jî bi lêv kir ku Kobanê dilê gele kurd e û wiha got: “Gelê kurd di sala 2014an bi yekitiya xwe çeteyên hov DAIŞ têk bir dê çeteyên din jî têk bibin. Kobanê şerê mirovahiyê kir û parastina mirovahiyê kir. Em banga xwe li hemû aliyê cîhanê dikin. Gelê kurd statu, nasname û erdnîgariya xwe dixwaze. Hêzên cîhanê xwedî li mirovahiyê û gelê kurd derkevin.”

‘Divê em hemû statuya Rojava biparêzin’

Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî wiha axivî: “Armanca me çûyîna sînorê Pirsûsê bû lê destûr nedan. Îro tişta ku pêşî lê were vekirin daxwazên mafdar ên gelê kurd e. Çend roj in li ser televizyonan peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gele kurd û Rojava tê axaftin. Em ji bo paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd biparêzin li vir in. Rojava ji gelê tirk re xelet tê vegotin. Li Rojava paceya ji azadiyê re vedibe heye. Li Rojava manîfestoya gelan a bi hev re jiyanê hate avakirin. Desthilat vê weke dijminan vedibêje.

Dewletên yekperest yek bi yek têk diçin. Vaye bila desthilat bibîne kesên ji bo piştevaniyê hatine vir yekperest parçe kirine.

Divê statuya Rojava em hemû biparêzin. HTŞ şandin Şamê çeteyên SMOyê jî şandin Rojava. Hemû cîhanê têkoşîna gele kurd a li dijî DAIŞê dît. Hemû cîhan deyndarê gelê kurd e. Bila kes weke DAIŞê tevnegere. Ji bo çaresrriya pirsgirpka kurd û statuya Rojava li vir in.

Li Sûriyeyê gel tên qetilkirin. Hemû cîhan bêdeng e. Kes nikare ji ber nasnameya xwe were qetilkirin. Hûn dixwazin aştiyê ava bikin. Gelê kurd helwesta xwe nîşan da. Qada testê ya pêvajoyeke nû Rojava ye. Heke li Rojava statu neyê parastin, rojnamevan werin qetilkirin jin bên revandin.”

‘Em dest ji têkoşîna xwe bernedin’

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî bertek nîşanî astengkirina meşê da û wiha got: “Me xwest peyama xwe ya piştevaniyê bidin lê mixabin hatin astengkirin. Ji vir careke din hezar silavan dişînin Kobanê. Heta ku gefên li dijî Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam bike dê piştevaniya me jî bidome.

Em bi şandeya DEM Partiyê re hatin bahev. Silavên Rêberê Gelê Kurd hebûn ji we re. Daxuyaniyeke ji heft xalan pêk dihat hate aşkerekirin. Bi MHPê re hevdîtin hate kirin dê bi partiyên din re jî hevdîtin bê kirin. Peyama Îmraliyê çareserî û aştî ye. Bi şer, SÎHAyan, ÎHAyan çareserî nabe divê di bingeheke demokratîk de çareseriyek çêbibe. Heke îro li Îmraliyê hevdîtin çêbibe bi saya berxwedana we gelê me ye. Heta ku pêvajo werin astekê em dest ji têkoşîna xwe bernedin.

Di pêvajoya me digot çareseriyê de du kedkarên çapemeniya azad hatin qetilkirin. Em bi têkoşînê hatin heta vê astê, ji bilî ku pêvajo bi aştiyê encam bigire vebijêrkeke din nîne. Ji bilî avakirina Sûriyeyeke demokratîk pêvetir tu vebijêrk nîn in.”

Daxuyanî bi berzkirina “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.

Etîket: DBPDEM PartîKobanêPirsûsRihaTJATulay Hatimogullari
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Turnûvaya futbolê ya Festîvala Rojên Amarayê berdewam dike

Turnûvaya futbolê ya Festîvala Rojên Amarayê berdewam dike

1 NÎSAN 2026
Sezaî Temellî: Gel li benda çêkirina qanûnên taybet e

Sezaî Temellî: Gel li benda çêkirina qanûnên taybet e

1 NÎSAN 2026
Tulay Hatîmogullari: Êdî divê azadiya birêz Ocalan pêk were

Tulay Hatîmogullari: Êdî divê azadiya birêz Ocalan pêk were

31 ADAR 2026
Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

30 ADAR 2026
Bîranîna Kizildereyê: Êşa me yek divê têkoşîna me jî yek be

Bîranîna Kizildereyê: Êşa me yek divê têkoşîna me jî yek be

30 ADAR 2026
Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

28 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji zindanê heta derve bi ser ketin

    Ji zindanê heta derve bi ser ketin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê KURDÎWAR bi kelecaneke mezin hat vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Demokratîkbûna’ saziyên Îzmîrê li Kurdî qelibî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Aydin Adiyaman piştî 32 sal û nîvan hate berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Krîmînalîzekirina çand û nasnameya Kurdî li dijî ruhê aştiyê ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevseroka KURDÎWARê: Em ê hewl bidin bîr û arşîvek akademîk ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şahiya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd: Statuya Serok Apo qebûl bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (77)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne