• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
03 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Amedspor bi bertek e: Cezayên hatine birîn li dijî nirxên civakî û hiqûqê ne

    Amedspor bi bertek e: Cezayên hatine birîn li dijî nirxên civakî û hiqûqê ne

    Eren: Ji bo rastî neyên zanîn zextên li ser çapemeniyê zêde kirin

    Eren: Ji bo rastî neyên zanîn zextên li ser çapemeniyê zêde kirin

    Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Yekîtî wekî nan û av pêwîst e

    Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Yekîtî wekî nan û av pêwîst e

    Delîl Zîlan: Bi pêşengiya Ocalan li Rojava wê Kurd xwe bi rê ve bibin

    Delîl Zîlan: Bi pêşengiya Ocalan li Rojava wê Kurd xwe bi rê ve bibin

    ‘Destkeftî divê werin parastin’

    ‘Destkeftî divê werin parastin’

    ‘Heta mîsogeriya statuya Rojava divê gelê Kurd şiyar be’

    ‘Heta mîsogeriya statuya Rojava divê gelê Kurd şiyar be’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Hatîmogûllari: Xebatên qeyûman rawestînin

Amed / AW

23 GULAN 2025 - 11:33
Kategorî: ROJANE
A A
Amed – Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di civîna jinan a rêveberiyên cihî yên demokratîk de got: “Em ji vir bang li feraseta qeyûman dikin. Di demeke ku aştiya civakî diaxivin de divê xebatên qeyûman bisekinînin û qanûna ku qeyûman ji holê rake demildest bê çêkirin.”

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşma “Jin jiyan e, jiyan xwebirêvebirin e. Jiyana azad ji nû ve ava dikin” li eywaneke Çand Amed a li navçeya Yenîşehîr a Amedê civîna jinan a navberî ya rêveberiyên cihkî yên demokratîk li dar xist. Hevseroka DEM Partiyê ya Giştî Tulay Hatîmogûllari, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, hevşaredarên ku qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin û hevşaredarên din û endamên meclisên şaredariyan ên DEM Partî yî tev li civînê bûn. Gelek jin bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li civînê bûn. Li eywanê bi zaravayên kurmancî û kirmanckî yên kurdî pankartên “Jiyan jiyan azadî” , “Jiyana azad civaka azad” , “Hevserokatî xeta me ya mor e” , “Bi vîna jinê ber bi bajarên azad ve” , “Demê cinîyan, îradeyê cinîyan” , “Em bi vîn û rêxistinbûna xweser li qadan in” , “Bi vîna jinê ber bi demokrasiya xwecihî ve” , “Pê îradeyê cinîyan ver bi bajaranê azadan” , “Gotina me neqediya; Em ê tundiyê bidin sekinandin” , “Ma bi îrade û rêxistinbîyayîşê xo waran ra yê” hatin daliqandin û jinan dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin.

‘Em ê di vê pêvajoyê de qeyûman bişînin’

Di civînê de ewilî Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak axivî. Serra Bûcak, diyar kir ku di pêvajoyeke girîng de derbas dibin û wiha got: “Em dizanin ku jin kirdeya hemû xebatan e. Em hemû xebatên xwe bi vê perspektîfê dimeşînin. Em jin wiha hesan nehatin van rojan. Gelek ked û têkoşîn hate dayîn. Em ê bi perspektîfa xwe ka rêveberiyên herêmî çawa ne, salek çawa derbas bû em ê binirxînin. Bila ev civîn ji xebatên me re bibe ronahî.” Serra Bûcak, bal kişand ser tayînkirina qeyûman a li şaredariyan û wiha got: “Hevalên me yên ku qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin ji roja ku qeyûm hatin tayînkirin heta niha bi me re gelek xebatên xweş meşandin. Em ê di vê pêvajoya ku aştiya civakî ava bikin de qeyûman jî bişînin.”

‘Divê xebatên qeyûman bên sekinandin û hevşaredar werin ser peywîra xwe’

Hevseroka DEM Partiyê ya Giştî Tulay Hatîmogûllari qala dîroka xwerêveberiya cewherî ya partiya xwe kir û destnîşan kir ku di dîroka têkoşîna jinan de gelek bedel hatine dayîn. Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser tayînkirina qeyûman û wiha got: “Em ji vir bang li feraseta qeyûman dikin. Di demeke ku aştiya civakî diaxivin de divê xebatên qeyûman bisekinînin. Divê qanûna ku qeyûman ji holê rake bê çêkirin û hevşaredarên ku gel hilbijartine werin ser peywîra xwe. Ev mafê herî xwezayî yê gel e. Di van rojên ku em aştiyê diaxivin de divê dest ji vê rejîma qeyûman were berdan. Em niha dibînin ku li Tirkiyeyê jî qeyûm belav dibe. Em dizanin ku qeyûm tayînî gelek saziyan jî hate kirin. Em operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê rast nabînin. Îro pêla çaremin li dijî Stenbolê hate kirin. Em zihniyeta ku darazê weke çûv bikartîne nikarin qebûl bikin. Dema qeyûm hatin tayînkirin ewilî êrişî saziyên jinan kirin.”

‘Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin’

Tulay Hatîmogûllari qala xizaniya jinan jî kir û got ku “Em ê destûr nedin ku dest bidin me û destkeftiyên me û em ê weke jin heta dawiyê têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin.” Tulay Hatîmogûllari her wiha behsa xebatên şaredariyên partiya xwe yên derbarê jinan de kir û ew xebat rêz kirin.

‘Banga Birêz Abdullah Ocalan gelekî girîng e’

Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha domand: “Banga birêz Abdullah Ocalan gelekî girîng e. Îro dema dîroka sed salan dinêrin di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û dibin şahidê pêvajoyeke dîrokî. Li cihekî ku bedena jinê tê firotin em baş dizanin ku aştî tê çi wateyê. Di vê mijarê de xebatên herî girîng ên ku em bikin ew e ku divê feraseta aştiyê û demokrasiyê bi pêş ve bibin. Divê li bajarên me hemû gel bi awayekî azad bijîn. Divê rêveberiyên xurt bên avakirin. Di demeke ku em aştiyê diaxivin de hewcehî bi axaftina van mijaran heye.”

‘Yekane çareya me aştî ye’

Tulay Hatîmogûllari axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Di vê pêvajoyê de peywîr dikeve ser milê Meclisê jî. Divê qanûna ku qeyûman ji holê rake demildest bê çêkirin. Di serî de dewlet, hemû desthilat xwedî berpirsyarî ye. Me jinan li ser vê axê gelek bedel dan. Êdî bes e em dibêjin aştî, yekane çareya me aştî ye.”

Hevşaredara Akdenîzê Nûriye Aslan a girtî ji ji civînê re silav şandin. Civîn bi awayekî ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Amedspor bi bertek e: Cezayên hatine birîn li dijî nirxên civakî û hiqûqê ne

Amedspor bi bertek e: Cezayên hatine birîn li dijî nirxên civakî û hiqûqê ne

3 SIBAT 2026
Eren: Ji bo rastî neyên zanîn zextên li ser çapemeniyê zêde kirin

Eren: Ji bo rastî neyên zanîn zextên li ser çapemeniyê zêde kirin

3 SIBAT 2026
Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Yekîtî wekî nan û av pêwîst e

Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Yekîtî wekî nan û av pêwîst e

3 SIBAT 2026
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Koma nivîsê ya Komîsyonê kom dibe

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Koma nivîsê ya Komîsyonê kom dibe

3 SIBAT 2026
Delîl Zîlan: Bi pêşengiya Ocalan li Rojava wê Kurd xwe bi rê ve bibin

Delîl Zîlan: Bi pêşengiya Ocalan li Rojava wê Kurd xwe bi rê ve bibin

3 SIBAT 2026
‘Destkeftî divê werin parastin’

‘Destkeftî divê werin parastin’

3 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (104)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne