Wezîrê Parastinê yê DYAyê Pete Hegseth diyar kir ku vebijarkên leşkerî yên Washingtonê yên li dijî Îranê zêde bûne, lê di destê Tehranê de her ku diçe vebijarkên kêmtir dimînin. Hegseth destnîşan kir ku Donald Trump ji bo peymanekê amade ye.
Wezîrê Parastinê yê DYAyê Pete Hegseth diyar kir ku “di şerê li dijî Îranê de rojên li pêş me dê diyarker bin û peyameke eşkere da rêveberiya Tehranê.” Li gorî nûçeya ku Reutersê ragihandiye, Hegseth diyar kir ku wî serdana leşkerên Amerîkî yên li Rojhilata Navîn kiriye û operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê ji qadê ve dişopîne. Hegseth di civîneke çapemeniyê de parast ku vebijarkên leşkerî yên DYAyê her ku diçe zêdetir dibin, lê berevajî vê yekê qada tevgerê ya Îranê teng bûye. Hegseth îdia kir ku di rewşa heyî de “tiştekî zêde nemaye ku Îran bike” û îdia kir ku êrîşên Amerîkayê di nav Îranê de bûne sedema revên leşkeri yên girseyî.
Wezîrê Parastinê yê DYAyê tekez kir ku kapasîteya Washingtonê heye ku asta leşkerî ya şer mezin bike, lê di heman demê de got ku deriyê dîplomasiyê jî vekirî tê girtin. Hegseth anî ziman ku Serokê DYAyê Donald Trump amade ye peymanekê pêk bîne. Lê belê ev daxuyanî, di heman demê de gefeke tund jî di nav xwe de dihewand. Hegseth bi karanîna îfadeyeke balkêş a derbarê pêşeroja siyasî ya Tehranê de got: “Heke Îran bihiş be, dê peymanekê pêk bîne. Divê rejîma nû, ji ya berê bihiştir be.”
Hegseth diyar kir ku heke Îran nêzî peymanê nebe, şer dê bi tundiyeke hîn bilindtir berdewam bike.
Ev gotin, nirxandinên ku Washington dê tenê bi êrîşên hewayî yên heyî neyê sînor kirin û dibe ku di rojên pêş de gavên leşkerî yên hîn berfirehtir biavêje, xurtir kirin.













