Kovara Bîrnebûnê hejmara xwe ya 91an çap kir û belav kir.
Bîrnebûn kovareka çarmehane ye û di vê hejmarê da cih daye nivîsên wekî gotar, hevpeyvîn, çîrok, helbest û hin cûreyên din. Li ser çand, huner û dîroka Kurdên Anatoliya Navîn gelek rapor, nivîs, hevpeyvîn, çîrok, gotar û helbest hatin weşandin. Kovara Bîrnebûnê nêzikê 28 sal in weşana xwe didomîne.
Naveroka kovarê wiha ye:
*Ji bîrnebûnê – Ali Çiftçî
*Kursa îmtîhana universîteyê li Swêdê – Xoyretînê Mihemedî Seîd
*Şêva Mala Çandê ya Kelhasan li Danîmarkê – Ali Çiftçî
*Bûyerên balkêş ji jiyana êzdîyan – Têmûrê Xelîl
*Kilamên me, Şîna Bektaş – Mem Xelikân
*Materyal û berê – Prof. Hecî Akman
*Dayika strana Êma Hemê-II – Hızır Akbîna
*Di parastina nasnameya Kurdên Anatoliyê de rola çandê – Mehtap Îdêlî
*Rojnîvîsk 2 – Kawil – Bêrîvan Keskîn
*Dayik – Ahmad Barbar
*Rojnîvîska lambeya trafîkê – Rojvan Enes
*Ocaxî Malê Bello – Dr. Mîkalî
*Helbest – Seyfî Doğan
*Hewik çê dikeve ser – Hemo Celîkan
*Hevpeyînek bi Burhan Sönmez re – Adem Özgür
*Jiyana li serê min – Bîlal Çelebî
*Gera ber bi welêt ve – Alî Çiftçî
*Qerfo û Quto – Seyfî Doğan
*Qêrînen xeyalên puç – Xîzan Şîlan
*Bayê xerîb – Adem Özgür
*Dîroka hunera tevne, xalî û kurd -I – Muzaffer Özgür
*Bi Meryem Barlasê re hevpeyînêk – Stîfelsên KAN
*Intervju med Meryem Barlas – Stîfelsên KAN
*Peykerê bi serê xwe – Sîya Jandar
*Keça kurda – Sîphîye Butor
*Dengê bêdewletîya min – I – Xoyretînê Mihemedî Seîd
Kovara Bîrnebûnê
Komek rewşenbîrên ji kurdên Anatoliyê, li Almanyayê li ser derxistina kovarekê li hev kirin û li Newroza 1997an de bi hejmara yekem a Bîrnebûnê derketin pêşberî xwendevanên xwe. Kovarê, piştî hejmara duyemîn di bin Weşanxaneya APECê li Swêdê dest bi weşanê kir. Bîrnebûn bi sernavê “kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya kurdên anatoliyê” derdikeve û heta niha di derbarê kurdên Anatoliyê de gelek çavkanî weşand. Dîrok, civaknasî, erdnîgarî, etnolojî, folklor û devoka kurdên Anatoliyê; eşkerekirina belge û agahiyên ku heta îro nehatine vekolîn û veguheztina çavkaniyên devkî ji armancên herî girîng ên kovarê ne. Di kovarê de dîrok, wêje, kurteçîrok, çîrok, helbest, şano, folklor, efsane û wergerên li ser kurdên Anatoliyê cîh digrin. Nivîskarên Bîrnebûnê di kovarê da li ser lêkolînên çandî, dîrokî û edebî disekinin. Ji ber vê yekê kovar, di çerçoveya prensîba bêalîbûnê de tê çapkirin. Ev yek jî di hejmara “Destpêk” a hejmara yekem a kovarê de, ku li ser dîrok û çanda kurdî radiweste, hatiye teqezkirin.
Her wiha heta niha gelek nivîskaran di kovarê de cîh girtin û gelek nivîs, hevpeyvîn û nûçe amadekirin.