Amed – Beşdarên deklarasyona Înîsiyatîfa Civakî ya Ji Bo Zimanê Kurdî destnîşan kirin ku divê dewlet hemû mafên zimanî, çandî û hunerî yên gelê Kurd qebûl bike û diyar kir ku heke daxwaza dewletê hebe ku aştî were vî welatî divê ji bo pêşerojê gavên şênber biavêje.
Înîsiyatîfa Civakî ya Ji Bo Zimanê Kurdî ji bo daxwazên gelê Kurd ên derbarê zimanê Kurdî de bi îmze û beşdarbûna 750 sazî, dezgeh, platform, partiyên siyasî û derdorên Kurd û demokratîk ên civakî yên li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê li Parka Ekîn Cerenê ya li navçeya Peyas a Amedê bi awayekî girseyî deklarasyoneke hevpar bi raya giştî re parve kir. Deklerasyon bi zaravayên kurmancî û kirmanckî yên Kurdî û bi Tirkî hate xwendin. Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbahar û Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurd a Stenbolê Remziye Alparslan derbarê deklarasyonê de ji ajansa me re axivîn.
Heval Dilbihar diyar kir ku armanca wan a bingehîn a parvekirina deklarasyonê ew e ku daxwazên gelê Kurd ên li bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê yên derbarê zimanê Kurdî de bi raya giştî re parvekirin bû û wiha got: “Di heman demê de jî ew bû ku bi dewlet û rayedarên dewletê re bidin zanîn. Gelê Kurd ji bo zimanê dayîka xwe çi dixwaze? Daxwazên wan çine? Divê ji bo zimanê Kurdî çi bê kirin? Em bi awayekî zelal vê yekê bi raya giştî û rayedarên dewletê re parve dikin.”

‘Ji bo têkoşîna pêşvebirina zimanê Kurdî merheleyeke nû ye’
Heval Dilbihar bi bîr xist ku heta niha gelek deklarasyon ji bo zimanê Kurdî hatine weşandin û wiha berdewam kir: “Lê piraniya wan bi pêşengtiya sazî û dezgehên bi zimanê Kurdî hatine weşandin. Di vê deklerasyonê de 750 sazî, dezgeh, platform, înîsiyatif, kom û derdorên cuda hene. Ji qada hiqûqê bigire heya komeleyên mafên mirovan heya sazî û dezgehên karsazan, gelek partiyên Kurdan bigrin yên şoreşger yên Tirkiyeyê, ji tevgerên jinan bigirin heta tevgerên ciwanan, ji tevgerên kedê heya tevgerên bîr û baweriyê, heta tîmên werzîşê qadeke gelek berfireh tev li deklerasyona me bûn. Ji ber vê yekê temsîliyeta van 750 sazî û dezgehan temsîliyeta bi deh milyon Kurd û kesên aştixwaz û mirovahîparêzan e. Ev deklerasyon ji bo tekoşîna pêşvebirina zimanê Kurdî merheleyeke nû ye.”
‘Gelek kiryarên ku li pêşiya zimanê Kurdî asteng in hene’
Heval Dilbihar bi lêv kir ku zimanê Kurdî her çiqas di encama tekoşîna azadiya gelê Kurd de ji tunebunê hatibe rizgarkirin, hebûna xwe bi hemu cîhanê û dewleta Tirk dabe qebul kirin jî hêj di fermiyetê de, di zagonan de bi awayekî nayê qebul kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bê statu ye bê perwerdehî ye dîsa gelek navên ku bere bi Kurdî bûn hêj bi Tirkî ne. Gelek kiryarên ku li pêşiya zimanê Kurdî asteng in hene. Em bang li qada navneteweyî dikin ku zimanekî 50 milyon Kurdan êdî di nav hemû sazî û dezgehên xwe yên fermî û yên civakî da qebul bikin. Di heman demê de dewleta Tirk jî divê êdî bi awayekî fermî di zagona xwe ya bingehîn de statuya Kurdî û perwerdehiya zimanê Kurdî û hemû mafên zimanî, çandî û hunerî yên gelê Kurd qebul bike. Dîsa ev 750 sazî û dezgeh hem bang û gazî li xwe dikin hem jî li hemû dedorên mirovahîparêz û bi taybetî ji gelê Kurd û gelên din ên aştixwaz dikin ku tiştên ji dewletê dixwazin di serî de di nava xwe de pêk bînin bibin xwedî strateji, polîtîka û bernameya ji bo zimanê Kurdî.”
Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurd a Stenbolê Remziye Alparslanê jî anî ziman ku di vê pêvajoyê de tişta herî girîng û herî krîtîk zimanê Kurdî ye û wiha got: “Ji ber vê yekê jî ev deklerasyon pêwîst bû. Me xwest hemû saziyên me li dora van daxwazan ne tenê statû û perwerdeya bi zimanê Kurdî di heman demê de vegerandina navên erdnigariya Kurdistanê yên ku hatine guhertin ew jî li Kurdî werin vegerandin.”
‘Divê gelê Kurd ji bo daxwazên xwe rabe ser pêyan’
Remziye Alparslanê xwest ku nasnameya gelê Kurd di makezagonê de were qebûlkirin û wiha wiha pê de çû: “Ji bo vê sedemê me ev deklerasyon aşkere kir. Pêvajoya ku di 27ê Sibatê de bi însîyatifa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, heya roja îro hat. Divê gelê Kurd jî ji bo daxwazên xwe rabe ser pêyan û zêdetir bikeve nav liv û tevgerê û tekoşîna xwe aşkere bike. Hem aliyên din jî li derdora van daxwazan bicivîne hem jî tekoşîneke xurt derxîne holê. Bi vê mebestê bû ku me di nav vê înîsiyatîfa civakî ya ji bo zimanê Kurdî de cih girt. Ji bo statuya zimanê Kurd^i pêk were divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.”

‘Divê dewlet gavên ku ketiye ser milê wê biavêje’
Remziye Alparslan destnîşan kir ku divê mafên gelê Kurd bi awayekî hiqûqî di qanûnan de were naskirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pirsgirêka li ser nasnameya gelê Kurd hatiye avakirin bi destê dewletê hatiye avakirin. Ji bo ku ev pirsgirêk were çareserkirin divê dewleta Tirk gavên ku ketiye ser milê wê biavêje. Ev gav naskirina nasnameya gelê Kurd, qebûlkirina zimanê Kurdî ya hem di fermiyetê de hem jî ji aliyê statûye ve. Ev bar temamî dikeve li ser mile dewleta Tirk.”
‘Tişta ku qewimî sosretek bû’
Remziye Alparslanê rakirina zimanê Kurdî ya ji girtekên Meclîsa Tirkiyeyê jî bi bîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev tişta ku qewimî sosretek bû û li hember zimanê Kurdî ne cidîbunekî dide nîşandan. Ev pirsgirêk, pirsgirêkeke pir mezine, ji avabûna komarê heya roja îro dewam kiriye. Heger bi rastî daxwaza ku ev welat derkeve qonaxa aştiyê, van pirsgirêkan çareser bike hebe êdî ji bo siberojê divê gavan biavêje. Êdî pirçandî, pirzimaniyê van têgehan qebul bike û dixwaze di vê mebestê da be û pirsgirêkan çareser bike divê gavên şênber biavêjin. Divê dewlet peywira xwe û erka xwe bicîh bine.”













