Pirtûka “Hilbe Kobanî” ya helbestvanê Kurd Selîm Temo ji bo salvegera 10emîn a azadiya Kobaniyê der çû. Pirtûk wek “helbeste-şano” hatiye pênasekirin.
Helbestvan û nivîskarê Kurd Selîm Temo, ji bo salvegera 10emîn a azadiya Kobaniyê pirtûkekê çap kir ku navê xwe “Hilbe Kobanî” ye. Pirtûk ji aliyê Weşanxaneya Darayê ve di roja salvegera rizgariya Kobaniyê de hat weşandin.
Helbestkar Selîm Temo, bi pirtûkeka nû li pêşberî xwîneran e. Ev pirtûka Selîm Temo wek helbesteka teatral hatiye nivîsîn. Selîm Temo û Weşanxaneya Darayê danasîn û nûçeya çapa pirtûkê di 26ê Çile de ku roja rizgariya Kobaniyê bû, di saet “sisê kêm deh deqîqe” de belav kirin.
Pirtûka nû ya Selîm Temoyî wek “helbestşano” (poetheatrical) hatiye pênasekirin, ji du perdeyan pêk tê û 72 rûpel e. Lehengên helbeste-şanoyê “vebêj”, “orkestra” û “koro” ne û sehneyên berxwedana Kobaniyê di nav dîrok û mekanê de dinimînin. Pirtûk hem ji bo xwendin û hem jî ji bo leyîstinê ye.
Cumhur Olmez edîtoriya pirtûkê kiriye û bergê pirtûkê ji aliyê Leyla Çelîk ve hatiye çêkirin. Xwîner dikarin pirtûkê ji pirtûkgehan û li ser malperên pirtûkan peyde bikin.