• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Çeteyên hikumeta demkî 3 kes revandin

    Çeteyên hikumeta demkî 3 kes revandin

    ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    Li Stenbolê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

    Li Stenbolê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

    ROJEVA 26ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 7ê ADARa 2026an

    Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

    Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

    Droneya êrişî baregeha Amerîkayê ya Bexdayê kir hate xistin

    Droneya êrişî baregeha Amerîkayê ya Bexdayê kir hate xistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Çeteyên hikumeta demkî 3 kes revandin

    Çeteyên hikumeta demkî 3 kes revandin

    ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    Li Stenbolê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

    Li Stenbolê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

    ROJEVA 26ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 7ê ADARa 2026an

    Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

    Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

    Droneya êrişî baregeha Amerîkayê ya Bexdayê kir hate xistin

    Droneya êrişî baregeha Amerîkayê ya Bexdayê kir hate xistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Helbestvan Arjen Arî li Amedê hat bibîranîn

Amed / AW

23 MIJDAR 2025 - 21:39
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Amedê bi boneya salvegera helbestvanê kurd Arjen Arî bername hat lidarxistin. Heval û hogirên Arjen Arî dan zanîn ku ew ne tenê Arjen Arî bû, ew bi xwe kurd û Kurdistan bû.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Weşanên Sor û malbata Arjen Arî di salvegera vefadkirina Arjen Arî de li eywana Çand Amedê ya navçeya Yenîşehirê ya Amedê kargeh, panel û merasîma xelatdayinê ya pêşbirka helbestê ya Arjen Arî li dar xistin. Destpêka bernameyê bi danasîna kargeha xêz û resiman hate kirin. Piştî ku danasîna kargehê mêvanan dîmenek a ku bi  heval, hogir û malbata Arjên Arî re hatibû kêşandin û behsa Arjen Arî û helbestên wî dikirin hate temaşekirin.

 Bername bi axaftina malbat û hezkiriyên Arjên Arî berdewam kir. Heval û hogirên Arjen Arî anîn ziman ku ew helbestvan û evîndarê welatê xwe bû. Îro dê çi ji destê wan were ji bo vê mirateya ku Arjen Arî li dû xwe hiştiye yê xwedî derbikevin û her bidin jiyandan. Piştî axaftinan kesên ku tevlî kargehê bûn hatin xelatkirin.

Di berdewama bernameyê de jî bi beşdariya Rêdûr Dîcle, Dr. Roger Acûn, Sidîq Gorîcan panela ku behsa helbestên Arjen Arî kirin hat lidarxistin.

Arjen Arî helbestvan û çîrokbêjekî jiyana me bû

Sidîq Gorîcan bal kişand li ser çîrok, serpêhatî û jiyana Arjen Arî û got çîrokên Arjen Arî parçeyek ji jiyana wî ye û ev tişt got: “Ew di çîrok û serpêhatiyê xwe de jiyana rast hildaye dest û di her çîrok û helbestê wî de parçeya jiyana miletê wî heye. Arjen tu carî xwe sansûr nekiriye. Arjen di serpêhatiyê xwe de tiştên ne girîng tiştên di rêzê de hildaye dest û evjî nîşan dide ku Arjen Arî helbestvan û çîrokbêjekî jiyana me bû.”

Helbestên Arjên Arî motîvasyona lehengiyê ye

Dr. Roger Acûn jî da zanîn ku xwezî Arjen Arî ev roj dîtiba ew ê gelek dilşad bibûya û di berdewama axaftina xwe de behsa zimanê şibandin û îmaja Arjen Arî kir û wiha got: “Îmaja Arjen Arî folklorîk in. Dibe em çend salên din bi pirtûkên Arjen Arî ferhengokekî derxînin ji ber ku zimanê Arjen Arî cûda û kûr e. Helbestên Arjen Arî dîsa kûr û bi wate ye. Helbestên wî hemû orjinal in em vê orjinaliyê di helbestê wî de dijîn bi rastî. Gotinên pêşiyan di helbestê Arjen Arî modern dibin û derdikevin pêşberî me. Helbestên Arjên Arî motîvasyona lehengiyê û motîvasyona gelê kurd jî zêde dike.”

Arjen Arî her tim bi dîrokê re bû û bi dîrokê re dijiya

Di dawiya panelê de Rêdûr Dîcle axivî. Rêdûr Dîcle bal kişand ser parêznameya sosyolojiya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “ Abdullah Ocalan di rûpela 170yê de dibêje taybetmendiya herî bingehîn a xwezaya mirovên azad ew e ku dîrokê hilbijêre û bi dîrokê re bijî. Lewre dîrok şîroveya pêvajoya hebûniyê ye. Arjen Arî her tim bi dîrokê re bû û bi dîrokê re dijiya. Îro bakurê Kurdistanê geşedanên pir girîng li ser azadiya gelê kurd û di avakirina civaka demokratîk de diqewimin. Çalakiyek bi vî rengî îsabet û bi qîmete ku kirdeya wê Arjên Arî be. Mirov bi rihetî dikare bibêje netewperestî bes nirxên gel ji xwe re dike amûr û bi kar tîne. Arjen Arî ne netewperest bû ew welatparêzek bû. Ev nirxên ji nû ve avakirina jiyanê ye. Li gor Arjen Arî bîra neteweyi ji haj çand, dirok û zimanê xwe dest pê dike. Bîra neteweyî ne tenê tevgerek û nasnameyek takekesî ye. Bi nasîna civak û gel e. Gotina wî azadiya min a her kesekî, azadiya herkesî azadiya min e ev gotin her tiştî ji me re diyar dike. Bîra neteweyî berfireh hildide dest û ne tenê di çarçoveyek teng de dinirxîne . Pirçandiye û nêrîna civaka xwe kiriye yek û hewl daye ji nû ve avakirina civaka xwe bike.”

Herî dawî xelata rûmetê bi destê xwişka Arjen Arî Necla Akay re dane endamê  Koma Kardeş Turkuler Vedat Yildirim. Bername bi konsera Agît İşik û Kardeş Turkuler bi dawî bû.

 

Etîket: AmedArjen ArîBîranînPanelsalveger
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Denîz Poyraz li ser gora xwe hat bibîranîn

Denîz Poyraz li ser gora xwe hat bibîranîn

6 ADAR 2026
‘Em bi hêza xwe ya rêxistinkirî piştgiriyê didin kampanyaya Rojava’

‘Em bi hêza xwe ya rêxistinkirî piştgiriyê didin kampanyaya Rojava’

6 ADAR 2026
Ma Musicê salvegera xwe ya 9emîn diyarî Rojava kir

Ma Musicê salvegera xwe ya 9emîn diyarî Rojava kir

1 ADAR 2026
Li Amed, Êlih û Colemêrgê aqûbeta windayan hate pirsîn

Li Amed, Êlih û Colemêrgê aqûbeta windayan hate pirsîn

28 SIBAT 2026
Li Wanê panela ‘Di avakirina civaka demokratik de rola ciwanan’ li dar xistin

Li Wanê panela ‘Di avakirina civaka demokratik de rola ciwanan’ li dar xistin

28 SIBAT 2026
OHD li Amedê bang kir: Mafê hêviyê mafê gelan e

OHD li Amedê bang kir: Mafê hêviyê mafê gelan e

27 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Serokomarê Îranê Pezeşkiyan ferman kuştina Kurdan da

    Serokomarê Îranê Pezeşkiyan ferman kuştina Kurdan da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Pêşenga rewşenbiriya Kurd: Mestûre Erdelanî -1

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinan bang kirin: Peymana Stenbolê jinûve îmze bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 7ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Di girtîgehên Îranê de jineke Têkoşer a Kurd: Şîrîn Elemhûlî – 2

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan danezanek ji bo 8ê Adarê amade kir HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bîlançoya 6 rojan a şerê Îsraîl, DYA û Îranê: 5 hezar êriş, hezar û 247 mirî, bi hazaran birîndar

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jiyaneke bi têkoşîn û berxwedanê hatiye honandin: Kumrî Akgul

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (253)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne