Endama Desteya Rêveber a PYDê Foza Yûsif bangek lezgîn li hêzên Kurdan û civata navneteweyî kir û got: “Li Helebê komkujî pêk tên, divê hêzên Kurdan û Amerîka ji bo sekinandina qirkirinê niha bikevin tevgerê.”
Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Hevseroka Heyeta Muzakereya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Foza Yûsif têkildarî rewşa dawî ya êrişên li dijî taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek bi lez da.
Foza Yûsif li ser hesabê xwe yê Xê ev peyam belav kir: “Banga Lezgîn; grûbên girêdayî Wezareta Parastinê li dijî Kurdan sûcê şer pêk tînin. Mal û nexweşxane di bin topbaranê de ne. Komkujiyek diqewime. Divê saziyên mafên mirovan, hêzên Kurdan û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo sekinandina qirkirinê niha bikevin tevgerê.”













