Amed – Rojnameger Farûk Balikçi yê piştî komkujiyê çûbû Helebceyê qurbaniyên Komkujiya Helebceyê bi bîr anî û wiha got: “Helebce bîr e, ev bîranîna biêş, di bîra gelê Kurd de wekî birîneke kûr ku nayê jibîrkirin cih digire.”
Di 16ê Adara 1988an de li bajarê Helebceyê yê Başûrê Kurdistanê, di encama êrişên kîmyewî yên rejîma Baasê de, polîtîkayeke sîstematîk a qirkirinê hate meşandin. Di êrişên kîmyewî de herî kêm 5 hezar Kurdan jiyana xwe ji dest da û herî kêm 10 hezar kes jî birîndar bûn. Rojnameger Faruk Balikçi yê ku piştî çend sal bi ser komkujiyê re derbas dibin diçe herêmê bi nûçe û raporên xwe bû dengê gelê Helebceyê. Farûk Balikçi di salvegera 38emîn a Komkujiya Helebceyê de ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Sedema vê bêdengiyê nebûna statuya Kurdan bû’
Rojnameger Farûk Balikçi jî anî ziman ku li hemberî Komkujiya Helebceyê dinya bêdeng ma û wiha bi lêv kir: “Çawa ku bombeyên atomê yên li dijî Nagazakî û Hîroşîmayê hatin avêtin di cîhanê de dengekî mezin veda, li hemberî Komkujiya Helebçeyê jî ewqas bêhesasî û xemsarî çêbû. Di rastiyê de, sedema vê bêdengiyê nebûna statuya Kurdan bû. Tevî her tiştî, ev nêzîkatî ne mirovî ye, ne exlaqî ye û ne jî wijdanî ye. Gava em li paş xwe dinêrin, Komkujiya Roboskê, di sala 1994an de bombebarankirina gundên Gever û Bêsûkê yên Şirnexê ku tê de 38 gundî hatin qetilkirin û di dehan bûyerên dişibin van de sepandina polîtîkaya necezakirinê mijareke cihê fikar û ramanê ye.”
‘Li her kolanê, li her malê û li her kuncekê êşek hebû’
Farûk Balikçi da zanîn ku ev rewşên ku qewimîne, fêrî rojnamegeran dike ku zêdetir xwedî li pîşeya xwe derkevin û got: “Ev berî her tiştî babeteke wijdanî ye. Çend sal piştî Komkujiya Helebceyê, ez çûm Helebceyê. Wê demê ez û Namik Dûrûkan ji bo hevpeyvînê çûn herêma Mawata Silêmaniyê ku li ser Herêma Kurdistanê ye da ku em bi Celal Talabanî re hevdîtinê bikin. Talabanî berî her tiştî got: ‘Pêşî Helebceyê bibîne, paşê em hevpeyvînê bikin.’ Bi rêberiya pêşmergeyan dema ez çûm Helebceyê, tevî ku çend sal di ser re derbas bibûn jî, şopên komkujiyê hêj jî xuya dikirin. Li ber malekê, nivîsandina 11 navan a li ser dîwar bala min kişand. Xwediya malê ya jin a Kurd, navên xizmên xwe yên di komkujiyê de hatibûn kuştin li ser dîwar nivîsandibû. Wekî rojnamegerekî, ew kêliya komkujiyê mîna fîlmekî di ber çavên mirov re derbas dibe. Tevî ku sal di ser re derbas bibûn jî, her tişt wisa li cihê xwe bû ku qey duh qewimiye. Wisa xuya dikir ku wext hatibû sekinandin. Li her kolanê, li her malê û li her kuncekê êşek hebû.”

‘Li hemberî necezakirinê, bîra me berxwedana me ya herî mezin e’
Farûk Balikçi di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku piştî ji Helebceyê vegeriya, Halît Gungen ê ji kovara “2000 e Dogrû” ku ji bo hevdîtina Talabanî hatibû, li Mawatê li benda wî bû û got: “Ew jî tev li me bû û me bi Celal Talabanî re hevpeyvînên cuda pêk anîn. Çend roj piştî ku em vegeriyan Amedê, di sala 1992yan de nûçeya kuştina rojnamegerekî belav bû. Kontrgerîlayên ku çûbûn buroya wî ya li Semta Ofîsê ya Amedê, bi hinceta pirsîna kovarê, Halit Gungen bi guleyekê qetil kiribûn. Û Helebce, weke hevpeyvîna dawî ya Halît di bîranînan de ma. Helebce bîr e, ev bîranîna biêş, di bîra gelê Kurd de wekî birineke kûr û semboleke ku nayê jibîrkirin cih digire. Yek ji amûrên herî bi hêz ên berxwedanê ya li dijî tundiyê, hafiza ye. Li hemberî pergala necezkirinê, hafizaya me berxwedana me ya herî mezin e. Destûrdayîna jêbirina hafizayê, tê wê wateyê ku mirov bibe hevkarê sûc. Her êşa ku tê jibîrkirin, rîska dubarebûnê di nav xwe de dihewîne. Çawa ku dareke bêkok nikaribe li ser piyan bimîne, civakeke bêhafiza jî mehkûmî heman encamê ye. Hafiza şêweyeke berxwedanê ye. Rojnameger şahidên dîrokê ne. Nûçeyeke dinivîsin an wêneyekî ku dikişînin, ber bi pêşerojê ve tê veguhestin. Ji ber vê yekê, ji bo zindîhiştina hafizayê, divê hevkarên me yên ciwan hafizayê ji bîr nekin.”












