Hemşire Î.A., ji ber kampanyaya hûnandina keziyê hatibû binçavkirin, hat berdan.
Çeteyekî HTŞê bi navê Ramî El Dehş li bajarê Reqayê dîmenê hovîtiya xwe ya keziya şervana YPJê parve kiribû. Li ser torên medya dîjîtal li dijî vê yekê bertekên tund çêbûn û li seranserî cîhanê kampanyaya hûnandina keziyan hate destpêkirin.
Li Kocaeliyê hemşîre Î.A., jî tev li kampanyaya hûnandina keziyê bû. Piştî dîmenê hemşîre li ser medyeya dijîtal hat belavkirin, ji hêla faşîştan ve hedef hat nîşandan. Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê derbarê hemşîreyê de lêpirsîn da destpêkirin.
Duh şev hemşîre Î.A., dema hatibû li mala birayê xwe Stenbolê bi hinceta “propagandaya rêxistinê kiriye” hatibû binçavkirin. Î.A., piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibû kirin. Dadgerî bi biryara “kontrola edlî” hemşîre Î.A., serbest berdan.













