Hevseroka Odeya Esnafan a Koordinasyona TEV-DEMê Henîfe Muhamed destnîşan dike ku peymana di navbera HSDê û Hikûmeta demkî ya Şamê de hatiye îmzekirin hevîyekê dide gel. Henîfe Muhamed bi gotina “Hemû civakên li Sûrî ji destûra demkî aciz in” bertek û nerazibûnên gel tîne ziman.
Di 10ê Adarê de di navbera HSDê û Hikûmat Demkî ya Şamê de peymana ji 7 xalan pêk dihat hat îmzekirin. Piştre desthilata Şamê Danezana destûrî ya demkî xist meriyetê. Dema ku di navbera Fermandarê HSDê Mazlum Ebdî û Serokê Hikumeta Demki ya Şamê Ahmet Eş Şera de peymana ji 7 xalan hat îmzekirin, gelê kurd ev bi erênî û kêfxweşî pêşwazî kir. Dîsa di qada navdewletî de jî vê peymanê deng veda. Lê li gel vê peymadê dîsa li dijî elewiyan komkujî pêk hat. Piştî wê hikûmeta demkî Pêşnûmeya Destûrî xist meriyetê. Li gorî vê destûrê dîsa mafê gelek bawerî û civakan tune hat hesibandin. Ev destûr bû sedema bertek û nerazibûnan.
Têkildarî 7 xalên ku di navbera HSDê û Hikûmeta Şamê de hat îmzekirin û Destûra yek alî de; Hevseroka Odeya Esnafan a Koordinasyona TEV-DEMê Henîfe Muhamed ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
Henife Muhamed, da zanîn ku xewn û xeyala her kurdekî ewe ku li ser axa xwe bi ziman, çand û nasnameya xwe bijîn û wiha got: “Piştî şoreşa 2011an 14 salin şerek li Sûrî heye. Gelek kesên ku xeyal dikirin negihiştin xeyalên xwe. Gelê kurd di van 14 salan de di aliyê aborî, siyasî, civakî û parastinê de xwe gelek bi rêxistin kir. Li dijî êrîşan bi baweriyeke xurt xwe parast. Em gelê Kurd ne wekî gelê Ereb in. Wekî pergala rejîmê dibe ku zor li hin ereban dikir. Lê ji zordestiyê zêdetir mafê gelê Kurd dihat înkarkirin. Em milletekin. Mafê me yê neteweyî tune dihat hesibandin. Li Sûriye yek ji miletê herî zêde Kurd in. Di aliyê jimarê de piştî gelê ereb, kurd zêde ne. Em destûreke nû (Qanûn) ku hemû mafê gelê Kurd ê civakî bê parastin dixwazin. Em ji bo vî mafî têkoşiyan. Me ji bo vî mafî bi sedan bedelên giran dan.”
Me bi hevre ava kir
Şoreşa Rojava li tevahiya cîhanê bû mînak. Şoreşa Rojava di serî de vîna jinê û vîha hemû beşên civakê esas girt. Henîfe Muhamed, bal kişand ser pergala Neteweya Demokratîk û got: “Di çarçoveya projeya Neteweya Demokratîk de me civaka Kurd, Ereb, Suryan, Çaçan, Ermen û hemû civakên bi hevre dijîn destê xwe dan hev. Me hemûyan bi hevre ev xebat dan. Me ji van hemû pêkhateyan şehîd dan. Em bi hev têkoşîyan. Me bi hevke hêza leşkerî ava kir.”
Peymanê hevî da gelan
Henife Muhemed, balê dikişîne ser peymana di navbera HSD û hikûmeta Şamê de û li ser van xalan radiweste: “Peymana ku din ava HSDê û Hikûmeta Demkî ya Şamê de hat îmzekirin, hevîyek da gel. Gel ev peyman hembêz kir. Gel bi vê peymanê gelek kêfxweş bû. Yekem car e, kurd bi dewleta lê dijî re peymaneke bi vî rengî îmze dike. Dibe ku hin bend ne li gorî daxwaza gel bûn. Lê dîsa gel ev peyman hembêz kir.”
Baweriya gel bi Mazlum Ebdî heye
Henîfe Muhemed bi gotina “Ji ber ku baweriya gel bi Mazlum Ebdî û têkoşînê heye. Ji ber vê yekê gelek kêfxweş bûn ku civak bigêje mafê xwe.” Helwesta gel tîne ziman û wiha berdewam dike: “Gel dixwaze êdî tundî û kuştin raweste. Ji ber vê yekê ev tifaqî erê kir. Di xala duyemîn de dibêje Kurd milletekî esîl ê Sûriyeyê ye. Divê mafê wî yê hemwelatîbûnê li ser axa Sûrî û Destûra Bingehîn de bê parastin. Di benda sêyemîn de tê xwestin ku li hemû axa Sûriyeyê şer bê rawestandin.”
Divê koçber dîsa vegerin war û malên xwe
Henîfe Muhemed li ser xalên din jî van nirxandinan dike: “Di benda çaran de tê gotin ku divê vîna hemû sazî û rêxistinên civakî û demokratîk, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê esas bê girtin. Divê nûnerên saziyan xwedî vîn û biryar bin. Dîsa lazim e nûnerên hemû sazî û rêxistinan li dijî gefên li ser ax û miletê sûrî dengê xwe bilind bikin. Li gorî benda pêncemîn, hemû kesên ku ji axa xwe û warê xwe koç kirine, divê dîsa vegerin axa xwe. Wekî gelê me yê Efrîn, Sekêkaniyê, Girê sibî ku di konan de dijîn divê vegerin ser axa xwe.
Di benda hefteyan de jî tê gotin ku divê Sûrî neyê parçekirin û divê tenê komar aydî ereban neyê dîtin. Kurd, suryan û neteweyên din jî hene. Divê li dijî wan dubendî neyê kirin. Divê dubendî din ava gelan û baweriyan de neyê kirin. Di benda heyştan de jî tê gotin divê tifaq bê avakirin. Gel bi van bendan kêfxweş bû û li wan xwedî derket. Ji ber ku civak êdî ji şer aciz bûye.”
Ev destûra yek alî ye
Henîfe Muhamed li ser Pêşnûmeya Destûrê ya demkî jî rawestiya û li dijî vîna jinê pênase kir. Henîfe Muhamed wah got: “Vê destûrê bi civakê re şikandinek çêkir. Divê di destûra bingehîn de vîn û nasnameya hemû civak û baweriyan bê parastin. Divê vîn û mafê Elewî, Durzî, Suryan, Keldan, Şîşan, divê hemû sûdê ji vê destûrê bigirin. Ji ber vîna gel û baweriyan esas nayê girtin din ava civakê de bêzariyek çêkir. Ev destûrek yek alî ye. Ji destûra berê xerabtir e. Ev destûreke ku hemû beşên civakê pir jê aciz in. Hêj dem heye, hej nû tifaq tê avakirin. Lê diviya bû şer rawestiya bûya. Hîn Tirkiye êrîş dike. Hîn komên çeteyan êrîşan dikin. Lê baweriya gel bi rêveberiya wê tê. Baweriya gel bi vîna rêxistinê tê. 14 sal in şerek tê kirin. Parastinek tê kirin. Em wekî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 14 salin em xwe diparêzin. Em ji êrîşan xwe diparêzin. Raste bedelên giran tên dayîn. Lê civak li ser bendavê li tenişta şervanê xwe axa xwe diparêze.”