• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Enwer Muslim: Leşkerên Vatanî bi destê Tirkiyeyê êrîş dikin

Onder Akbulut / AW

14 KANÛN 2024 - 08:10
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kantona Firatê Enwer Muslim, têkildarî êrîşen li ser Rojava û siberoja Sûriyeyê nirxandin kir û got: “Komên ku navê Ceyş El Watanî li xwe dikin Dewheta Tirk piştgiriya wan dike. Ev kom bi destê Tirkiyeyê êrîşî Qereqozax û Bendava Tişrînê dikin.”

Di 27ê Mijdarê de HTŞê li dijî Heleb û gundên wê dest bi êrîşan kir. Di çar rojan de Heleb xist kontrola xwe. Piştre bajarên Hamma Hems û herî dawî di 8ê Kanûnê de jî Şam dagir kir û Hikûmeta Baasê hilweşand. Di vê pêvajoya ku HŞTê dest bi êrîşan û kontrolkirina bajarên Sûriyeyê kir de, komên çete yên wekî Ceyş El Vatanî, Artêşa Sultan Murad, ANS-OSO û gelek komên din ku xwe dispêrin Tirkiyeyê li dijî Şehba, Til Rifat, Minbic, Tebqa, Qereqozax û Bendava Tişrîne kirin. Di deh rojan de bi dehan êrîşên hewayî pêk anîn. Di van êrîşên komên çeteyan de bi dehan welatiyên sivîl hatin kuştin. Gelek zarok hatin kuştin. Lê welatên cîhanê ev rewş temaşe kir. Têkildarî van geşedanên ku li herêmê pêş dikevin Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kantona Firatê Enwer Muslim ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

Dê li ser axa Sûrî guhertin pêk bê

Enwer Muslim anî ziman ku piştî Heyet Tahrîrî Şam (HTŞ) berê xwe da Helebê û rejîma Sûriyê hilweşiya, Beşer Esad reviya Surî ber bi konaxake nû ve diçe û wiha got: “Niha li Sûriyê rola Rûsan pir lewaz bû. Rola Îran û rejîmê nema. Ji ber vê guhertinekê li ser axa Sûriyê dê pêk bê. Niha HTŞ wek hukumeteke demkî li Şamê hatî avakirin. Ji hemû pêkhateyên Sûriyê pêk nayê. Tenê ji aliyekî (hêzekê) pêk tê. Lê tê gotin ku ev hikumet demkî ye. Heta sê mehan hukumeteke ku ji hemû pêkhateyên Sûriyê pêk tê dê bê avakirin.”

Komên vatanî bi destê Tirkiyeyê êrîş dikin

Enwer Muslim da zanîn ku niha hinek komên leşkerî ku navê Leşkerên Wetanî li xwe dikin û Dewleta Tirk piştgiriya wan dike û wiha axivî: “Ev komên vatanî bi destê Tirkiyeyê êrişî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dikin. Êrişî deverên wek Qereqozax û Bendava Tişrînê dikin. Diyar e hê şer li tevahî Sûriyeyê nehatiye rawestandin. Çareseriyek pêş neketiye. Ji ber vê yekê jî divê civaka navneteweyî, saziyên mafê mirovan û civakên Neteweyên Yekbûyî (NY) rista xwe bi lez bilîzin. Ji bo li tevahî axa Sûriyê şer bisekine, divê çareseriya siyasî pêk bê.”

Em ji bo yekîtiya Sûrî têdikoşin

Enwer Muslim bal kişand ser têkoşîna Rêveberiya Xweser û rêxistinên civakî yên Bakur û Rojhilatê Sûrî û wiha pêde çû: “Niha Rêveberiya Xweser jî di vê mijarê de gelek caran daxûyanî da. Bername amade kir. Em ji bo yekitiya Sûriyê têdikoşin. Ev ala niha ku ji bo Sûriyê hatiye amadekirin em jî wê alê qebûl dikin. Ya din jî niha diyalog di navbera gelên Rojhilat û Bakûrê Sûriyê de heye. Xebat tên meşandin ku şandeyek bê avakirin. Ji bo ku yek şande biçe Şamê û bibe muxatab bi mafê pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê re eleqedar bibe. Lê heta niha tu daxûyaniyeke resmî di vî warî de tuneye. Lê danûstendin diyalog hene. Hevdîtinên koalîsyonê jî bi hêzên siyasî, civakî bi hemû aliyan re hene ji bo ku Sûriyeke demokratîk bê avakirin. Niha em wek Kurd, Tirk, Ereb li Rojhilata Navîn bi hev re dijîn. Divê yekemîn karê me pêkanîna aşitiyê be, em li ser vê bixebitin. Divê Tirkiye bibe alîkar ku hemû beşên Sûriyê tevî rêveberiyê bibin.”

Divê êdî em bi diyalogê çareser bikin

Hevserokê TEV-DEMê yê Kantona Firatê Enwer Muslim herî dawî bal kişand ser rêbaza çareseriyê û wiha bi dawî kir: “Divê êdî em rê li pêşiya aloziyan bigirin. Miletê Sûriyê 12 salin di nav şer de ye. Koçber e. Divê êdî her kes ji aliyê xwe ve ji bo ku ev şera biqede çi ji destê wan tê bikin. Em van pirsgirêkên heyî bi diyalogê çareser bikin. Ev miletê me yê ku li Efrînê, Serêkaniyê, Girê Spî, li deverên din derketiye; Kurd dibe, Ereb dibe kî dibe bila bibe, divê êdî vegere malên xwe, ser axa xwe. Vêya jî encax bi diyalogê çareser dibe. Ji ber wê jî em li bendêne ku her alî vê meselê ji xwe re bike meseleyeke esas. Ji xwe ev sê roj in jî li deverên wek Qerekozax û Tişrînê agirbest hatiye ragihandin. Em hêvîdar in ev jî bibe bingeh ji bo ku pirsgirêkên heyî çareser bibin. Tiştên ku Rêveberiya xweser dixwaze ne tiştên zêde xerîbin. Em wekhevî, demokrasiyê dixwazin. Em dixwazin gelên ku li ser axa Sûriyê dijîn bi awayekî demokratîk bijîn. Divê hemû gelên Sûriyê xedî biryar bin. Divê li Şamê vîn û nûnertiya hemû gelan di derheqê jiyan aborî, xizmetguzarî, siyasî de hebe. Peyamên Rêveberiya Xweser ev in, em alîgîrê aşitiyê ne. Em piştgiriya Sûriyeke wekhev, demokrat, dewleteke xwedî qanûn ku mafê hemû gelan diparêze dikin. ji bo vê dixebitin.”

Etîket: aştîdemokrasîdiyalogEnwer MuslimKantona FiratêRêveberiya XweserTEV-DEM
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Orhan Dogan hat bibîranîn: Wî her tim şerê aştiyê dikir

Orhan Dogan hat bibîranîn: Wî her tim şerê aştiyê dikir

29 HEZÎRAN 2026
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê: Ji bo aştiyê divê gavên berçav bên avêtin

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê: Ji bo aştiyê divê gavên berçav bên avêtin

26 HEZÎRAN 2026
Civînên gel ên DBPê didomin: Em destûrê nadin ku hêviyên gel werin tunekirin

Civînên gel ên DBPê didomin: Em destûrê nadin ku hêviyên gel werin tunekirin

24 HEZÎRAN 2026
Parêzer Arslan: Rêzdar Ocalan ji bo aştiyê ji dil e

Parêzer Arslan: Rêzdar Ocalan ji bo aştiyê ji dil e

19 HEZÎRAN 2026
Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

19 HEZÎRAN 2026
‘Hezên demokratîk divê polîtîkayan hilberînin û saziyan ava bikin’

‘Hezên demokratîk divê polîtîkayan hilberînin û saziyan ava bikin’

18 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tirkiyeyê ji bo gundên Zaxoyê qedexeyên OHALê ragihand!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî bê avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (815)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne