Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên Tirkiyeyê û komên çeteyan ên li ser Rojava ser Rojava li sînorê Nisêbin-Qamişloyê di roja 4emîn de berdewam kir. Parlamenterê Mêrdînê Kamûran Tanhan anî ziman ku tecrîd didome û got: “Îro hemû şer û binpêkirina mafan bi tecrîdê ve girêdayî ye. Ji bo şer bi dawî bibe divê tecrîd rabe.”
Em ê heta dawî Rojava biparêzin
Nobeta li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê ya li dijî êrişên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 4emîn de ji aliyê Dayikên Aştiyê ve berdewam kir. Îro rêxistinên demokratîk û sivîl ên Êlihê hatin Nisêbinê û piştgirî dan çalakiyê. Ewil Hevseroka DEM Partiye ya Êlihê Songul Korkmaz axivî û wiha got: “Ji 27ê Mijdarê û virde careke din şerekî giran li ser Rojava heye. Em dizanin yên ku ev şer dane destpêkirin kesên li dijî vîna gel bûn. Çeteyên qirêj li wir li dijî vîna gel şerek dane destpêkirin. Li diji jiyana demokratîk û wekhev ev şer dane destpêkirin. Em ê heta dawî li vîna xwe û li gelê Rojava xwedî derkevin. Em dizanin ku dema şer dan destpêkirin, ev şer li dijî destkeftiyên gelê Kurd û li diji gelê Kurd e. Di 2014an de jî dem ali dijî Kobanê dest bi şer kirin wê demê Erdogan Serokwezîrê AKPê bû û got “Kobanê ket hat ket”. Lê gelê Kurd bi bi sed hezaran meşiyan ser sînor û li vîna xwe xwedî derketin. Îro em jî wekî rêxistinên Êlihê hatin Nisêbînê û li vê têkoşîna li ser sînor hatiye destpêkirin xwedî derdikevin. Em li dijî vî şerî bi her awayî nerazibûnên xwe tînin ziman û em ê heta dawiyê jî bînin ziman. Heta ev şer raweste û jiyanek demokratîk û bi aştî pêş bikeve em ê li vir çalakiyên xwe bê navber berdewam bikin. Em dizanin her şer, di serî de li ser jiyana zarok û jinan bandorê dike. Yên herî zêde ji şer para xwe digirin jin û zarok bin. Divê jiyana hemû sivîlan li wir bên parastin. Divê ev şer bê rawestandin. Rojava rûmeta me ye. Em ê heta dawî Rojava biparêzin.”
55 roj derbas bûn: Ne tecrîd rabûn ne hevdîtin pêk hat
Piştî axaftina Songul Korkmaz girseyê bê navber dirûşma “Bijî Berxwedana Rojava.” berz kir. Pişt re Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan axivî. Kamûran Tanhan jî gotina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a “Tecrîd didome, eger şert û merc bên avakirin di aliyê pratîk û terokîk de hêza min heye ez çareser bikim” dest bi axaftinê kir û û got. “Di ser vê gotinê re 55 roj derbas bûn. 55 roj berê got ‘Ev hêza min heye. Ez dikarim vî şerî rawestînim. Lê divê tecrîd rabe. Lê 55 roj derbas bû, ne tecrîd rabû ne jî hevdîtin pêk hat. Binpêkirina hemû şeran û hemû binpêkirina mafan tecrîda heyî ye. Bi salan e em vê yekê dibêjin. Em îro dîsa dubare dikin. Em dizanin dewletên emperyal dixwazin gelê kur dli Rojava tevrîd bikin.”