Amed – Welatiyên Amedê tundiya di demên dawî de nav civakê de diqewimin nirxandin û gotin: “Sedema van bûyerên nav civakê pirsgirêkên aborî û polîtîkaya şerê taybet e.”
Di demên dawî de li nav civakê şer, tundî û kuştin zêde dibin. Gelek kes bi çekên ferdî êrişî hev dikin û kuştinên hovane pêk tînin. Pispor sedemên van kuştin, şer û tundiyê girê dide pirsgirêkên aborî, betalî, bikaranîna madeyên hişbir û polîtîkayên şerê taybet ên dewletê. Ev pirsgirêk her diçe zêde dibe û civak ji vê yekê bi gilî û gazinc e.
Welatiyên Amedê jî ji ber van bûyerên di demên dawî de nav civakê diqewimin nerazî û têkildarî vê yekê bertekên xwe anîn ziman. Welatiyan da zanîn ku di çanda gelê Kurd de tundî û kuştin tuneye û sedemên van bûyeran jî pirsgirêka aborî, polîtîkayên şerê taybet û ne rêxistinbûyîn e.













