Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê rapora hefteyekê ya encama çalakiyên li Îranê parve kir. Li gorî raporê leşkerên Îranê di hefteyekê de herî kêm 17 kes kuştin. Li Îlamê jî di êrîşên duh de 4 kurd kuştin. Li Farsanê jî jinek ciwan kuştin.
Li bajarên Kermanşan, Luristan, Hamedan, Fars, Ilam, Chaharmahal û Bakhtiari û herêmên Malekshahi, Hamedan, Harsin, Nurabad (Delfan), Kuhdasht, Azna, Lordegan, Fuladshahr û Marvdashtê 8 rojin çalakî didomin. Di çalakiyan de nêzî 600 welatî hatin binçavkirin.

Li gelek bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyên li dijî qeyrana aborî 8 rojin berdewam dikin. Leşkerên rejîma Îranê di çalakiyan de bi guleyan êrîşî çalakgeran kirin. Leşkerên Îranê li bajarên Badreh, Darreh Şahr û Sarpol-e Zahabê herî kêm 12 welatiyên kurd girtin.
Welatiyên kurd ên hatin girtin ev in: Mohsen Shokri, Amir Mohammadi, Reza Bagherinejad, Amir Eisa-Zadeh, Mohammad Bashir Hashemian, Mehdi Hashemian, Bahador Amouzadeh, Ahmad Hasanvand Amouzadeh, Morad Haseli, Amin Noormansh, Farhad Mohammadrashid û Mohsen Heydarbaigi

Li bajarê Îlamê 4 welatî kuştin
Li bajarê Îlamê jî di êrîşa leşkerên Îranê de 4 kes hatin kuştin. Muhafizên Şoreşa Îranê li bajarê Îlamê gule li ser çalakgeran reşandin. Di êrîşê de 4 welatiyên kurd hatin kuştin.

HENGAW: 17 kes hatin kuştin
HENGAWê jî rapora çalakiyên hefteyekî parve kir û aşkere kir ku di çalakiyan de 17 kes hatine kuştin. Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê rapora hefteyekê ya encama çalakiyên li Îranê parve kir. Li gorî raporê di hefteyekê de herî kêm 17 kes hatin kuştin.

Leşkeran li Farsanê jinek ciwan kuşt
Li aliyê rin leşkerên rejîma Îranê li navçeya Farsan a Îranê li ser çalakgeran gule reşandin. Di êrîşê de jina ciwan Sâger Etemadî jiyana xwe ji dest da.













