Wan – Dadgeha ku îfadeya rojnameger Rohat Bûlût, Hulya Taş û Şakîr Karadaş wergirt, ew bi şertê kontrola edlî berdan.
Polîsan duh serê sibê li navçeya Erdîşê ya Wanê, rojnameger û edîtorê Rojnameya Xwebûnê Rohat Bûlût, Hulya Taş û xebatkarê Rojnameya Yenîyaşamê Şakîr Karadaş binçav kiribûn. Rojnameger piştî kar û barên li midûriyeta polîsan sewqî Edliyeya Erdîşê hatin kirin.
Dadgeha Cezaya Sûlhê ya Erdîşê ku îfadeya rojnameger Rohat Bûlût, xebatkarê Rojnameya Yenîyaşamê Şakîr Karadaş û xebatkara çapemeniyê Hulya Taş wergirt ew bi şertê “kontrola edlî” berdan. Li gorî biryarê dê rojnameger mehê carekê îmzeyê biavêjin. Hate zanîn ku rojnameger, bi endamtiya rêxistinê hatine sûcdarkirin û saziyên ji bo dixebitin û nûçeyên ku çêkirine, weke sûc hatine hesibandin. Rojnamegeran ev sûcdarî qebûl nekirin.
Rojnamegerên ku hatin berdan, ji hêla Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ve hatin pêşwazîkirin.