Riha – Rêveberên Komeleya ZIMAN-KURD a Sêwregê diyar kirin ku ew bi avakirina komeleya ZIMAN-KURDê gelek şanazin û gotin: “Em dixwazin kesên ku bi zimanê Kurdî nizanibin fêrî zimanê Kurdî bikin.”
Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Çand, Huner û Zimanê Kurdî (ZIMAN-KURD) a navçeya Sêwregê ya Rihayê di 30ê Mijdarê de bi şahiyekê komeleya xwe vekir. Rêveberên komemeleyê bi alîkariya şêniyên navçeyê komele vekirin. Komele bi avayekî komunal û zibare hat avakirin. Hin kesan beton, tuxle kişandin, hin kesan şîş, dep anîn, hin kesan dîwar lêkirin, hin kesan sewax kirin û boyax kirin. Kesên hezkirî û evîndarên ziman bêtir di avakirina komeleyê de ked dan. Ji ber ku li navçeyê saziya zimanê Kurdî tunebû, şêniyê navçeyê bi avakirina vê saziyê gelek şanaz û bextewar in.
Rêveberên Komeleya ZIMAN-KURDê Mizgîn Kulata û Mazlûm Dogan Taniş anîn ziman ku li navçeya wan saziyeke zimanê Kurdî tunebû û di avakirina vê saziyê de keda şêniyên navçeyê heye.
‘Her tişt bi ziman dest pê dike’
Mazlûm Dogan Taniş da zanîn ku ev komeleya çand, huner û ziman e û dê li ser vê bingehê xebatên xwe bidin meşandin û got: “Bingeha çandê ziman e, her tişt bi ziman destpê dike û bi ziman diqede. Ji dîrokê heta niha ziman her tim mijara herî li pêş e. Tişta ku di fikra Kurdbûyînê de mêjî û dilê me şên dike ziman e. Mixabin ji ber ku xebatên ziman 10-15 sal in li vir nayê kirin xebatên bi vî rengî kêm mane. Beriya 6-7 mehan bi alîkariya çend hevalan me dest bi xebatê kir. Piştre em ketin nav lêgerînê û me dest bi kar kir. Di serî de rewşa me ya aboriyê gelek qels bû û me gelek zehmetî dît. Di lêgerîna cih de me gelek zehmetî dît. Em nêzî mehekê li cih geriyan. Ev der ewil weke kavilekê bû. Di xebata tedîlata vir de hin hevalên me pişta wan ketibû ber wan. Dema ku mirovên dihatin ev fedakeriyê didîtin xwe berpirsyar didîtin. Her kesekî/ê dixwest deng, reng û kedeka xwe tevli dikirin. Ev ked li vir bû weke çandekê û li ser medya dîjîtal û di qada siyaseta Kurd jî gelek deng veda. Bi ruhê pêvajoyê re weke komînên bijarte hate dîtin, li ser saziya me gelek gişt hatin gotin û nivîsandin, ev yek hestê me bêtir motîve kir. Em ê hewl bidin xebatên xwe di asta herî jor de bidin meşandin.”

‘Me encama keda xwe dît’
Mazlûm Dogan Taniş di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ew di avakirina saziyê de bi awayekî komînal tevgeriyan e û gelek kesan alîkariya aborî da wan û got: “Heta beşdarbûna hunermendan a şahiya ziman bixwe jî weke komînal bû. Xwarin û vexwarin komîn bû. Kêmasiyên me hê jî ji aliyê pirtûkan û gelek amûran ve hene. Me encama keda xwe di girseya qadê de dît. Ji bo serlêdanan me hê dest bi xebatan nekiriye. Ji ber ku me sazî nû vekiriye divê em pêşî civînekê bi rêveberiya xwe re li dar bixin. Li pêşiya me kongreyekî heye, em ê kongreya xwe jî li dar bixin. Em li ser vî bingehê hewl didin gelek gavan bi hev re biavêjin. Mamosteyên ku bên perwerdeya ziman bidin hewceye beşa ziman qedandibin. Piraniya endam û xwendekarên me hewceye xemxurên zimanê xwe bin. Divê ku her hevalên me bikaribin ji aliyê Kurdî ve xwe li pêş bixin. Lê em ê hewl bidin ku di asta herî zanist e dersan bidin.”
‘Divê em bi hev re li saziyê xwedî derkevin’
Mizgîn Kulata jî bal kişand ser alîkariyên şêniyên navçeyê yên ji bo avakirina saziyê û got: “Ev hemû bi keda gelê me hatiye avakirin. Em dixwazin li vir bi zimanê dayîka xwe biaxivin. Em li bendê ne ku zarok û mezin bi hev re bên li vir dersên Kirmanckî û Kurmancî bibînin. Ev der cihê me ye. Divê em bi hev re li saziya ziman xwedî derkevin. Hê jî me dest pê nekiriye. Di serî de em ê di asta destpêk, yekemîn û duyemîn de dest bi dersan bikin û bidomînin.”














