• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
12 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    DEM Partî ya Îzmîrê banga tevlîbûna meşa 16ê Gulanê kir

    DEM Partî ya Îzmîrê banga tevlîbûna meşa 16ê Gulanê kir

    Li Pasûrê 90 cenaze di Goristana Bêkesan de ye!

    Li Pasûrê 90 cenaze di Goristana Bêkesan de ye!

    AVAMED bi hevkariya MEBê ‘Pêşengên Avê’ perwerde dike

    AVAMED bi hevkariya MEBê ‘Pêşengên Avê’ perwerde dike

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 12ê GULANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    DEM Partî ya Îzmîrê banga tevlîbûna meşa 16ê Gulanê kir

    DEM Partî ya Îzmîrê banga tevlîbûna meşa 16ê Gulanê kir

    Li Pasûrê 90 cenaze di Goristana Bêkesan de ye!

    Li Pasûrê 90 cenaze di Goristana Bêkesan de ye!

    AVAMED bi hevkariya MEBê ‘Pêşengên Avê’ perwerde dike

    AVAMED bi hevkariya MEBê ‘Pêşengên Avê’ perwerde dike

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 12ê GULANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DFGê rapora meha Mijdarê aşkere kir

Amed / AW

3 KANÛN 2025 - 09:54
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
DFGê rapora meha Mijdarê ya binpêkirina mafên rojnamegeran û neheqiyên li ser saziyên çapemeniyê aşkere kir. Li gorî raporê; 8 rojnameger hatin binçavkirin û derbarê 8 rojnamegeran de doz hatin vekirin.  

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora meha Mijdarê ya binpêkirina mafên rojnamegeran û neheqiya li saziyên medyayê tê kirin, bi raya giştî re parve kir. Li gorî rapora DFGê; 8 rojnameger hatin binçavkirin, derbarê 14 rojnamegeran de lêpirsîn hate destpêkirin, 25 rojnameger girtîbûn, 5 rojnameger di şopandina nûçeyan de hatin astengkirin, derbarê 8 rojnamegeran de doz hatin vekirin û doza 79 rojnamegeran berdewam kir.

Berfirehiya rapora meha Mijdarê ya DFGê bi vî rengî ye:

“Meha Mijdarê meheke ku bi nîqaşên li ser demokratîkbûnê û pêşketinên dîrokî pêk hatin ve bi dawî bû. Binpêkirinên li dijî rojnamegeran berdewam kirin. Rojnameger bi awayekî bêhiqûqî hatin desteserkirin. Lêpirsînên nû hatin destpêkirin. Tevî nebûna delîlan jî ew bi cezayên giran re rû bi rû man.

Di meha Mijdarê de 8 rojnameger hatin binçavkirin. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna derbarê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê ku girtî tê darizandin Ekrem Îmamoglu de lêpirsîn da destpêkirin û rojnameger Soner Yalçin, Şaban Sevînç, Asli Aydintaşbaş, Ruşen Çakir, Batûhan Çolak û Koordînatorê Ragihandinê yê CHPê Ogan Yavûz ketin ber lêpirsînê. Van rojnamegeran bi angaşta “Bi aşkereyî agahiyên derew belav kirine û alîkariya rêxistinên sûc kirine” hatin sûcdarkirin.

Astengkirina rojnamegeran 

Di meha Mijdarê de jî li qadê astengkirina rojnamegeran berdewam kir. Polîsan bi awayekî sîstematîk rê li ber rojnamegerên ku hewl didan dîmenên protestoya xwendekarên Zanîngeha Wanê ya Yuzuncu Yilê bigirin, girt. Di meha Mijdarê de rê li ber pênc rojnamegeran hat girtin ji bo ku nûçegîhaniyê nekin. Ev yek bû sedema muameleya xirab li rojnamegerekî, gef li çar rojnamegeran hat xwarin. Rojnamegerek di girtîgehê de bi binpêkirinên mafê xwe re rû bi rû ma.

Di meha Mijdarê de dema ku rojnameger hatin darizandin û cezayên giran li wan hatin birîn. Lêpirsînên nû li dijî 14 rojnamegeran hatin destpêkirin û lêpirsînên li dijî 8 rojnamegeran veguherî dozê ango darizandinê. Dozên 79 rojnamegeran di 46 dozan de berdewam kirin û 15 rojnameger jî di nav wan de rojnameger Hamdûllah Bayram û Rahîme Karvar hebûn û bi giştî 17 sal û 5 meh cezayê hepsê li wan hat birîn.

Parastina rojnamegeriyê 

Li gel lêpirsîn, darizandin û cezayan, me parastina rojnamegeriyê berdewam kir. Dozên heft rojnamegerên ku ji ber bîranîna Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku di êrişa SÎHAyê ya Tirkiyeyê de dema ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçeyan dişopandin hatin qetilkirin. Doza 8 rojnamegerên din jî ji ber ku şopandina xwepêşandanên Saraçhaneyê hatin darizandin, bi beraetan bi dawî bûn.

Rojnameger Alî Bariş Kurt ku di 8ê Sibata 2025an de hatibû girtin û piştî ku Dadgeha Bilind cezayê wî yê 2 sal û 4 meh ê hepsê yê ji ber “Bi rêya çalakiyên xwe yên pîşeyî û nivîsên xwe yên medyaya dîjîtal propagandaya rêxistinê kiriye” pejirand, hatibû girtin. Ew li Girtîgeha Tîpa Lyê ya hejmara 1an a Maltepeyê ye û berdana wî bi awayekî kêfî hatibû taloqkirin. Lîjneya Rêveberiya Girtîgehê û Şopandinê bi hinceta ku Kurt “poşman nabe û îhtîmal e ku zirarê bide yên din” berdana wî şeş mehan taloq kir.

Em dozan red dikin 

Di meha Mijdarê de dozeke nû li dijî Midûra Nûçeyan a JINNEWSê Oznur Degerê hate vekirin. Doz li dijî rojnameger Oznur Deger û Osman Akin ku edîtorê berê yê Rojnameya Yenî Yaşamê bû hate vekirin. Ji ber raporeke ku wê di 16ê Tîrmeha 2024an de, derbarê îşkenceya ku dema serdegirtina malê li taxa Eskîhîsar a navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê de weşandibû hate vekirin. Dozek li dijî Oznur Degerê di meha Cotmehê de bi mehkûmkirina “sûc” encam da û em vekirina sê dozên “sûc” ên nû red dikin.  Bi van dozan hedefgirtina hevkarên me kêfî ye. Em ê li dijî vê rewşa kêfî têkoşîna xwe bidomînin.

Ziyana ku ji ber tayînkirina mufetîşan li dezgehên medyayê çêdibe berdewam dike. Mufetîşê ku ji bo Tele 1ê hatiye tayînkirin 30 kes ji kar derxist. Di heman demê de Rojnameya Hurriyetê 59 kes ji ber “sedemên aborî” bêkar hişt.

Agahiyên sansurê yên meha Mijdarê wiha ne:

9 malper hatin girtin û ragihandina nûçeyekê hate astengkirin. Ragihandina 2 hezar û 61 parvekirinên Xê jî di meha Mijdarê de hatin astengkirin û RTUK cezayên îdarî li pênc weşanan birî.

Her çiqas di meha Mijdarê de di çarçoveya pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ li Tirkiyeyê pêşketinên girîng qewimîn de jî gotinên provokatîf û hedefgirtina kes û saziyan ji aliyê hin rojnamegeran ve binpêkirinên mafên mirovan pêk tînin. Em van binpêkirinan dibînin û li ber çavan digirin. Wekî ku me ji destpêkê jî gotiye, em piştgiriyê didin pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ji hemû hevkarên xwe dixwazin ku li kêleka rojnamegeriya aştiyê bisekinin da ku ev pêvajo bi Tirkiyeyek demokratîk bê tacîdarkirin.”

 

 

Etîket: DFG
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rapora DFGê ya meha Nîsanê: Binpêkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikin

Rapora DFGê ya meha Nîsanê: Binpêkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikin

5 GULAN 2026
Rêxistinên Rojnamegeran: Sepanên ku rojnamegeriyê sûc dibînin bi dawî bikin

Rêxistinên Rojnamegeran: Sepanên ku rojnamegeriyê sûc dibînin bi dawî bikin

3 GULAN 2026
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Keda ku me îro li ser pêyan digire têkoşîna komunê ye

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Keda ku me îro li ser pêyan digire têkoşîna komunê ye

1 GULAN 2026
Parlamenter Parlak binçavkirina rojnameger Orûç ji Wezareta Dadê pirsî

Danişîna doza nûçegihanê me Nedîm Orûç dest pê kir

24 NÎSAN 2026
Li Wanê şahiya 22yê Nîsanê: Heqîqet mîrateya herî mezin e

Li Wanê şahiya 22yê Nîsanê: Heqîqet mîrateya herî mezin e

22 NÎSAN 2026
Ji DFG û MKG bi boneya Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin daxuyanî

Ji DFG û MKG bi boneya Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin daxuyanî

6 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Civîna Polîtîkayên Jinan a Herêma Botanê hat lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayhan Erkmen li Wanê jiyana Celadet Elî Bedîrxan vegot

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Vezîr Parlak: Li Colemêrgê ‘Konsepta Dêrsimê’ tê meşandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sûlava Emrûdê piştî salan careke din bi heybet diherike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çêkera naverokên medya dîjîtal: Hînbûna min a Kurdî bersivek bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Waliyên Hewlêr û Dihokê serdana Şaredariya Amedê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 12ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (298)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne