Platforma Xê li ser daxwaza Saziya Zanistên Teknolojîk û Ragihandinê (BTK) hesabê ajansa me cara duyemîn asteng kir.
Zextên li ser çapemeniya Azad berdewam dikin. Ajansa me ya nûçeyan ku li ser hemû platformên dîjîtalê weşanê dike cara duyemîn rastî astengiyê hat. Hesabê Ajansa Welat (AW) a Xê @Ajansawelat1 li ser daxwaza Saziya Zanistên Teknolojîk û Ragihandinê (BTK) hesabê ajansa me li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê asteng kir.
Rêveberiya ajansa me diyar kir ku ew ê îtîrazî biryarê bikin û serî li riyên hiqûqî bidin.
Hûn dikarin hesabê me yê nû @amed_welat86076 li ser platforma Xê bişopînin.













