Zextên li ser çapemeniya Azad bênavber didome. Platforma Înstagramê li ser daxwaza Saziya Zanistên Teknolojîk û Ragihandinê (BTK) hesabê Ajansa me li Tirkiyeyê asteng kir.
Ajansa me ya nûçeyan ku li ser hemû platformên dîjîtalê weşanê dike cara duyemîn rastî astengiyê hat. Hesabê Ajansa Welat a Înstagramê @ajansawelat1 li ser daxwaza Saziya Zanistên Teknolojîk û Ragihandinê (BTK) hesabê Ajansa me li Tirkiyeyê asteng kir.
Rêveberiya Ajansa me diyar kir ku ewê îtîrazî biryarê bikin û serî li riyên hiqûqî bidin.
Hûn dikarin hesabê me yê nû @AjansaWelat2 li ser platforma Înstagramê bişopîn in.