Wan – Endamê Komîsyona Lêpirsîna Rojîn Kabaîşê ya Baroya Wanê parêzer Cevat Yilmaz destnîşan kir ku hesasiyet û zexta civakê lêpirsîn anî vê merhaleyê û got: “Divê em weke parêzer, jin, ciwan, civak hesasiyeta xwe û daxwaza xwe ya zelalkirina bûyerê bidomînin.”
Xwendekara pola yekemîn a Beşa Pêşvebirina Zarokan ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîş di 27ê Îlonê de piştî şîvê çû ber qeraxa Gola Wanê û careke din ti agahî jê nehatin wergirtin. Di encama lêgerîna 18 rojan de cenazeyê Rojîn Kabaîşê di 15ê Cotmeha 2024an de li qeraxa Gola Wanê ya li gundê Molla Kasimê hat dîtin. Cenazeya Rojînê birin Saziya Tiba Edlî (ATK) a Wanê û li wir bi tevlibûna gelek bijîşkan kontrola ewil hate kirin. Di kontrola ewil de hat tesbîtkirin ku di laşê wê de birînên tûj û gule tune ne û ti şikestinên hestî jî nîn in. Lê belê guhertinên rengan di stû, çong û destan de hatin dîtin. Nimûneyên xwîn, îdrar û organên hundirîn ji bo tespîtkirina sedema mirinê ji Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê re hatin şandin.
ATKê di 6ê Mijdara 2024an de rapora ewil eşkere kir û di raporê de hat destnîşankirin ku nimûneyên 2 DNAyên cuda yên mêran hatiye dîtin. Lê belê hat destnîşankirin ku di van nimûneyan de ti daneyên gumanan nehatine dîtin. Li ser vê yekê Baroya Wanê ji ATKê xwest ku cihê ev DNA li ser hatine dîtin jî bên eşkerekirin. Lê belê vê xwestekê ti encam negirt. Raya giştî dest bi çalakiyan kir û zextek li ser rayedaran çêkir ku lêpirsîneke bibandor bê kirin. Piştî salekê di 14ê Cotmeha 2025an de Beşa Pisporiya Biyolojiyê ya Saziya Tipa Edlî raporek parve kir û da zanîn ku ev DNA li sternal û întervajînal a laş hatîne dîtin. Piştî vê geşedanê lêpirsîn derbasî merhaleyeke din bû û niha ji bo tespîtkirina xwediyê van DNAyan xebat tên birêvebirin.
Her wiha di nava raya giştî de gelek agahî û angaştên ku lêpirsînê şolî dikin, hene. Her roj li ser medyaya dîjîtal taybetî jî “Xê” gelek agahiyên şaş û angaştên ji rastiyê dûr tên belavkirin. Ev yek di ronîkirina dosyeyê de gelek xetereyan bi xwe re tîne û ji bo lêpirsîneke bibandor jî astengiyan derdixe.
‘Rayedaran berpirsiyariya xwe di wextê xwe de neanîn cîh’
Endamê Komîsyona Lêpirsînê ya Rojîn Kabaîşê ya Baroya Wanê parêzer Cevat Yilmaz derbarê dosyeyê de agahî dan û ji bo ronîkirina dosyeyê banga piştevaniyê li raya giştî kir.
Cevat Yilmaz anî ziman ku ev nepeniya buyerê tevî salekê jî hêj nehatiye zelalkirin û diyar kir ku dozgeriyê û serdozgeriyê berpirsiyariya xwe neanîne cîh. Cevat Yilmaz da zanîn ku ji ber vê yekê alozî çêbûye û got: “Niha di hişê hemû civakê de pirs hene, civak derbarê tişta ku hatiye serê Rojînê de îkna nabe. Bûyer anîne asteke wisa ku mirov nikare bibê ev tişt bûye an nebûye. Niha dozgerî piştrast bike ku Rojînê xwe kuştiye, lê dîsa jî civak îkna nabe. Sedema vê yekê jî rayedaran berpirsiyariya xwe di wextê xwe de neanîne cih e.”
Nehiştin Baroya Wanê daxilî dosyeyê bibe’
Cevat Yilmaz destnîşan kir ku dozgeriyê digot ew dê tena serê xwe bi vê dosyayê re eleqedar bibin û nedixwestin baro bikeve nava dosyayê. Cevat Yilmaz da zanîn ku wan piştî vê yekê ji bo daxilî dosyayê bibin çend daxwazên xwe pêşkêşî dozgeriyê kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nehiştin em weke sazî tev li dosyeyê bibin. Me jî li ser navê serokê baroyê ji malbatê wekaletname stend û wiha em daxilî dosyayê bûn. Niha di Baroya Wanê de yên ku li ser vê dosyeyê dixebitin komîsyonek ava kirin û xebatên xwe wisa dimeşînin. Ev komîsyon ku di rojên ewil yên windabûna Rojînê de hatiye avakirin, xwestek û daxwazên xwe yên derbarê lêpirsînê de ji rayedaran re dişîne. Ji xwe heke keda vê komîsyonê, keda Baroya Wanê, saziyên sivîl û gelê Wanê nebûya lêpirsîn heta vê astê nedihat. Wê dosya di demeke kurt de bigirtana û wê bigotina ev yek întîhar e an jî tiştekî din e.”

‘Rapor me qanih nakin’
Cevat Yilmaz bal kişand ser xwestekên civakê û got ku hîna biryara nepeniyê ya li ser dosyeyê ranebûye. Cevat Yilmaz destnîşan kir ku ji ber biryara nepeniyê wan nedikarî agahiyan derbarê dosyayê de bi dest bixin û wiha pê de çû: “Me weke baro ji medyaya dijîtal bigire hemû angaştên ku hatine ziman weke daxwaz ji dozgeriyê re şandine û me xwestiye bersiv bê dayîn. Mesafeya cîhê Rojîn lê winda bû û cîhê lê hatiye dîtin gelek zêde ye û me jî daxwaz kir ku divê ev yek bê ronîkirin ka pêkan e laşê Rojînê heta qeraxa Molla Kasimê biçe. Dozgeriyê ji Zanîngeha Karadenîzê raporek xwest û ji me re şand. Ez bawer nakim ku di cîh de lêkolîn kiribin, li ser evrakan, belgeyan raporek amade kirine û gotine ku pêkan e. Lê ne em ne jî raya giştî bi vê raporê qanih bûn. Ev jî vê yekê tîne hişê mirov, gelo dibe ku laşê Rojînê piştre avêtibin golê. Me gelek daxwazên bi vî rengî kirin, lê belê gelek daxwazên me nehatine zelalkirin. Rapor tên şandin, lê belê ev rapor me îkna nakin.”
Baroyê salek berê ji bo cîhên DNAyê daxwaz ji dozgeriyê re şandiye
Cevat Yilmaz da zanîn ku wan daxwaz kiriye ku hemû kamerayên zaningehê roja Rojîn hatiye û heta kêliya winda bûye tev bên lêkolînkirin û hemû kesên di nava van rojan de hatine zaningehê bên tespîtkirin. Cevat Yilmaz anî ziman ku ji ber ku Rojîn ew 2 roj bûn hatibû Wanê ev yek pir zehmet nîn e û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Me xwest qet nebe îfadeyeke hemû xebatkar û personelên ewlekariyê bê girtin. Me bi hevalên xwe re ji bo zelalkirina bûyerê çi îhtîmal hebin nîqaş kir û weke daxwaz ji dozgeriyê re şand. Her wiha dema rapora 2024an hatiye parvekirin, me daxwaz kir ka ew DNA di ku dera laşê Rojînê de hatine dîtin? Me xwest ev yek bê zelalkirin. Piştî salekê bi saya keda parêzerên malbatê, raya giştî, saziyan û dozgerê nû ATKê rapor şand û cihên ku DNA lê hatine dîtin aşkere kir.”
‘Hinek kes ji bi prîma xwe îdiayan dikin’
Bi domdarî Cevat Yilmaz bal kişand ser angitên tên kirin û got ku çend kes ji bo prîm û pîara xwe angaştên qirêj dikin. Cevat Yilmaz diyar kir ku ew dizanin ku gelek angaştên tên gotin nerast in û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Kes nikare bibêje ku ew angaştên tên gotin tev derew in, lewma ez jî nikarim bibêjim. Lêbelê, mirov di vê mijarê de divê hinekî hesas be û bi wijdan tevbigere.”
‘Aşkerekirina cihên DNAyan lêpirsîn berfirehtir kir’
Cevat Yilmaz diyar kir ku eşkerekirina cihên DNAyan lêpirsîn biriye merhaleyeke din û lêpirsîn li gorî vê yekê berfirehtir bûye. Cevat Yilmaz da zanîn ku piştî vê rapora dawî êdî lêpirsîn tenê li ser cînayet û xwekuştinê nameşe û got: “Sucê destdirêjiyê jî di dosyayê de cihê xwe girt û lêpirsîn li ser vê mijarê jî tê kirin. Ez niha nikarim bibêjim encamek hatiye girtin û sucê destdirêjiyê heye yan jî tune ye. Lêpirsîn bi biryara nepeniyê didome, lewma em jî nikarin xwe bigihînin hemû agahiyan.”
‘Hesasiyeta civakê ev dosye anî cîhekî’
Cevat Yilmaz ji bo zelalkirina bûyerê pêşniyariyên xwe gotin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi ser navê xwe ez dikarim bibêjim ku zext û hesasiyeta civakê ev dosya anî heta cîhekî. Ji vir şûn ve jî civak, jin, ciwan hwd. çiqas bipirsin û qebûl nekin ez bawer im dê saziyên fermî û rayedar jî li gor vê yekê tevbigerin. Em weke Baroya Wanê û hemû baroyên Kurdistanê ku ew jî dosyeyê dişopînin, heta aqûbeta Rojînê dernekeve holê, em ê dest ji xebatên xwe bernedin. Lê belê dibe ku ev dosya weke xwekuştin ankû întîharê an jî bi awayekî kiryar nediyar jî were girtin. Lewma divê em weke parêzer, jin, ciwan, civak hesasiyeta xwe bidomînin û daxwaza xwe ya zelalkirinê bînin ziman.”













