• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Baroya Wanê giliyê kîn û nefretê kir

    Baroya Wanê giliyê kîn û nefretê kir

    ‘Divê Kongreya Yekitiyê pêk were’

    ‘Divê Kongreya Yekitiyê pêk were’

    UNESCO: Ewlehiya rojnamegeran kêm bû, otosansûr zêde bû

    UNESCO: Ewlehiya rojnamegeran kêm bû, otosansûr zêde bû

    Kobanê, Kaniya Kurdan û Miştenûr xweş xuya dikin lê sînor heye

    Kobanê, Kaniya Kurdan û Miştenûr xweş xuya dikin lê sînor heye

    ‘Heta mafê mirovî pêk tê dê têkoşîna me bidome’

    ‘Heta mafê mirovî pêk tê dê têkoşîna me bidome’

    ROJEVA 28ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 4ê SIBATA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Baroya Wanê giliyê kîn û nefretê kir

    Baroya Wanê giliyê kîn û nefretê kir

    ‘Divê Kongreya Yekitiyê pêk were’

    ‘Divê Kongreya Yekitiyê pêk were’

    UNESCO: Ewlehiya rojnamegeran kêm bû, otosansûr zêde bû

    UNESCO: Ewlehiya rojnamegeran kêm bû, otosansûr zêde bû

    Kobanê, Kaniya Kurdan û Miştenûr xweş xuya dikin lê sînor heye

    Kobanê, Kaniya Kurdan û Miştenûr xweş xuya dikin lê sînor heye

    ‘Heta mafê mirovî pêk tê dê têkoşîna me bidome’

    ‘Heta mafê mirovî pêk tê dê têkoşîna me bidome’

    ROJEVA 28ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 4ê SIBATA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Heta mafê mirovî pêk tê dê têkoşîna me bidome’

Ugur Dînler / AW

4 SIBAT 2026 - 09:03
Kategorî: DARAZ, MANŞET, ROJANE, VÎDEO
A A
Amed – Hevserokê Şaxa OHDê ya Amedê Muhittin Muguç derbarê çalakiyên ji bo Rojava hatin lidarxistin de bal kişand ser bêhiquqî û girtinên ku qewimîn û got: “Em ê wekî parêzvanên mafên mirovan şopdarên van dozan bin. Heta ku mafên mirovî neyê parastin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

 

Bi êrişên hikumeta demkî ya Şamê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê, li her çar aliyê Kurdistanê û cihanê bi milyonan Kurd û dostên Kurdan bi rojan bênavber çalakî lidardixin. Geşedanên li dijî êrişan rû dane, dewletên cîhanê û rayedarên herêmê xist nav liv û tevgerê. Di encama berxwedana Kurdên Rojava û xwedîderketina her çar aliyê Kurdistanê neçar man ku gavan bavêjin û di encamê de di navbera hikûmeta demkî ya Şamê û HSDê re peyman hate îmzekirin.

Şaxa OHDê ya Amedê jî derbarê çalakiyên ji bo Rojava hatine lidarxistin û binpêkirinên mafên ku dema çalakiyan qewimîne, rapora çavdêrî û tespîtên xwe ya meha Çileyê eşkere kir. Li gor rapora OHDê heya niha li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê herî kêm 49 mudaxileyên cuda yên hêzên ewlehiyê pêk hatine, herî kêm 842 kes hatine binçavkirin û 118 kes hatine girtin. Derbarê 133 kesan de jî biryara kontrola edlî hatiye dayîn. Hevserokê OHDê ya Amedê Muhîttîn Muguç têkîldarî êrîş, girtin û bê hiquqiya ku hatiye kirin ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Em êrişa Rojava ji vir hîs dikin’

Muhîttîn Muguç diyar kir ku êrişên sîstematîk li ser Rojava û Bakurê Kurdistanê pêk tên û ev êriş dibin sedema bûyerên nebaş, tundiyekê û ev tişt gotin: “Êrişên dijwar li ser gelê me tên kirin. Di dîmenan de jî bi awayekî zelal ev tê dîtin. Gelê Rojavayê Kurdistanê, ji ber êrişên dewleta Sûriyeyê di bin zexteke mezin de ye. Ji ber vê yekê, gelê Kurd bi tevahî li sûk û kolanan bertekên xwe nîşan didin. Wekî ku li kolanan û qadan tê gotin, em gelê Kurd yek in. Gava êrîşek li ser Rojavayê Kurdistanê pêk tê, em li vir heman êrişê hîs dikin. Ji ber vê yekê, gelê Kurd bi daxwaza aştiyê, bîr û baweriyên xwe û bi çalakiyên xwe bertekên xwe nîşan didin û derdikevin qadan. Mixabin, pergala ku dixwaze her tiştî bixe bin kontrola xwe, vê yekê qebûl nake.”

‘Gelê Kurd li dijî êrişan bi yek dengî rawestiya’

Di berdewama axaftina xwe de Muhîttîn Muguç da zanîn ku ew wekî OHD li qadan êrişên li dijî gel di rapora xwe de girtine dest, bi raya giştî re parve kirine û ev tişt gotin: “Li ser gelê Kurd, jinên Kurd, dayik û zarokên Kurd ji êriş pêk tên. Çalakiyên ku tên lidarxistin jî ji aliyê hiquqî û qanûnî ve ti astengiyên wan tune ne. Lê belê li Tirkiyeyê ev êriş li ser gelê Kurd zêdetir dibin. Gelek caran kesên ku tevlî çalakiyan dibin, li kolanan bi tundî têne girtin, îşkence li wan tê kirin û têne binçavkirin. Wekî OHD, me ev rewş bi çavên xwe dît û parêzerên me yên li qadê ev yek belge kirin û rapora xwe amade kir û bi raya giştî re parve kir. Ev rapor nîşan dide ku êrişan ferq nexistiye navbera kesekî, zarok, jin, pîr û ciwan hemû bûne hedef. Gelê Kurd bi yek dengî li dijî van êrişan rawestiya. Ev êriş nîşan didin ku pergala ku dixwaze Kurdan tune bike, hîn jî di polîtîkayên xwe de berdewam e. Lê em mecbûr in guhertinekê pêk bînin.”

‘Em ê şopdarên van dozan bin’

Muhîttîn Muguç destnîşan kir ku ew wekî hiqûqnas dê di qada hiquqî û civakî de tiştê pêwîst çi be wê bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îro jî li ser gelê Kurd tundî û îşkence berdewam dike. Em ê wekî parêzvanên mafên mirovan şopdarên van dozan bin. Heta ku mafê mirovî tê parastin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Me îro rapora xwe belav kir û em ê sibê jî şopandina van dozan bikin. Em dixwazin gelê Kurd bi cîranên xwe yên Ereb, Tirk û Fars re, di nav pergaleke demokratîk û aştiyane de bijîn. Divê em li ser bingeha demokrasiyê bi hev re jiyaneke nû ava bikin.”

Etîket: Hevserokê Şaxa OHDê ya Amedê Muhittin Muguç
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (147)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne