Li bajarê Fardîsê yê Îranê pankarta “heta molla neyê kefenkirin ev welat nabe welat” hat daliqandin.
Çalakiyên li Rojhilat û Îranê di roja 12emîn de didome. Li ser jorbihûra li Bûlvara Bayatê ya bajarê Fardîsê ku girêdayî vîlayeta Elborzê ye, pankarta “heta molla neyê kefenkirin ev welat nabe welat” hat daliqandin. Li bajêr çalakî bi tundî didomin û li gelek tax û kolanan di navbera çalakvan û hêzên rejîmê de pêvçûn hene.













