Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş têkildarî Rapora Hevpar a Meclisê û amadekirina qanûnên ku rê li ber pêvajoyê veke, bi parlamenterên Koma Yenî Yolê re dest bi hevdîtinê kir.
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş têkildarî rapora encama xebatên Komîsyona Meclisê amade kiribû serdana partiyan dike. Numan Kurtulmuş ji bo amadekirina qanûnên ji bo pêvajoyê pêş bixe tên amadekirin serdanên xwe bi Koma Yenî Yolê re domand.
Hevdîtin li odeya Serokatiya Koma Yenî Yolê ya Meclisê pêk hat. Parlamenterên Partiya Pêşerojê, Partiya Devayê û Partiya Saadetê tev li civîna bi Numan Kurtulmuş re bûn.
Tê payîn ku Kurtulmuş dê saet 16.00an de serdana Koma AKPê bike.













