• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Cizîrê şahiya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hat lidarxistin

    Li Cizîrê şahiya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hat lidarxistin

    Der barê rojnamegerê nûçeya birîna daran çêkiribû lêpirsîn hat destpêkirin

    Der barê rojnamegerê nûçeya birîna daran çêkiribû lêpirsîn hat destpêkirin

    Platforma Ekolojiyê: Em ji gotinên walîtiyê bawer nakin

    Platforma Ekolojiyê: Em ji gotinên walîtiyê bawer nakin

    Li ser zayenda civakî atolye li dar xistin

    Li ser zayenda civakî atolye li dar xistin

    Yuksel Koç hate berdan

    Yuksel Koç hate berdan

    ‘Devê Kurdan mohr kirin’

    ‘Devê Kurdan mohr kirin’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Cizîrê şahiya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hat lidarxistin

    Li Cizîrê şahiya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hat lidarxistin

    Der barê rojnamegerê nûçeya birîna daran çêkiribû lêpirsîn hat destpêkirin

    Der barê rojnamegerê nûçeya birîna daran çêkiribû lêpirsîn hat destpêkirin

    Platforma Ekolojiyê: Em ji gotinên walîtiyê bawer nakin

    Platforma Ekolojiyê: Em ji gotinên walîtiyê bawer nakin

    Li ser zayenda civakî atolye li dar xistin

    Li ser zayenda civakî atolye li dar xistin

    Yuksel Koç hate berdan

    Yuksel Koç hate berdan

    ‘Devê Kurdan mohr kirin’

    ‘Devê Kurdan mohr kirin’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hevşaredara Mexmûrê: Cejn tê û zilm li ser wargehê heye!

Navenda Nûçeyan / AW

2 HEZÎRAN 2025 - 10:52
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevşaredara Mexmûrê Fatma Bîlen bi bîr xist ku ambargo-rêgiriya li ser wareghê berdewam dike û got: “Cejn nêz bûye û gûmanên me hene ku karker dema ji kar vegerin wargehê bên girtin yan jî êdî nekarin biçin ser karên xwe. Divê demildest sazî û dezgehên mafê mirovan xwedî li wargehê derbikevin.”

Ji 10ê Nîsanê ve Iraqê ambargo û rêgiriyek daniye ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr). Ji wê demê ve karker nikarin biçin ser karên xwe û rê nayê dayîn ku kel û pelên avahîsaziyê bikevin di nava wargehê de.

Ji ber ambargo, rêgirî û pirsgirêkên heyî, di 13yê Gulanê de şandeyek ji Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Ehmed Şehbaz, Hevşaredar Edban Yilmaz û Hevberdevkê Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargehê Bêwar Emîn pêk dihat, berê xwe dan Bexdayê û bi Wezîrê Edaletê re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinê di 14yê Gulanê de, dema ku ji hevdîtinê vedigeriyan wargehê ji aliyê hêzên Iraqê ve hatin binçavkirin û ji wê rojê ve agahî ji wan nayê standin.

Di 15ê Gulanê de jî xelkê berxwedêr yê Mexmûrê li dijî dîlgiritina şandeyê û ambargo-rêgiriya heyî, li xala kontrolê ya Mexmûrê çalakiya konvedanê dane destpêkirin û çalakî bi şev û roj berdewam kir. Di 19ê Gulanê de, di navbera rêveberiya wargehê û rayedarên Iraqê de hevdîtinek çêbû û di wê hevdîtinê de rayedarên Iraqê soz dan, bi şertê ku kon were rakirin, ewê hem nûnerên wargehê berdin û hem jî pirsgirêkên heyî bi rêya diyalogê çareserbikin. Ji ber wê yekî di 20ê Gulanê de xelkê Mexmûrê çalakiya konê bi dawî anîn. Lê belê ji wê rojê heta niha ne rayedar hatine berdan û ne jî ambagro-rêgiriya li ser wargehê bi dawî bûye. Her wiha heta niha agahiyek jî ji rayedaran nehatiye standin.

Têkildarî vê mijarê Hevşaredara Wargeha Mexmûrê Fatma Bîlen ji ajansa me re axivî û bang li Iraqê kir da ku demildest nûnerên wargehê berdin û ambagro-rêgiriya ser wargehê bi dawî bînin.

‘Zilmê li me dikin’

Fatma Bîlen di destpêka axaftinên xwe de anî ziman ku heta niha jî wan agahiyek ji nûnerên xwe nestandine û got: “Nûnerên me ji bo çareserkirina pirsgirêkan çûbûn Bexdayê û hatin dîlgirtin. Ev yek dijî mafê mirovane. Gelê Mexmûrê xwedî vîne û ti caran vîna xwe radestî kesê nake. Em dizanin, girtina nûnerên me di çarçoveya hevdîtinên Iraq û Tirkiyê de ne. Plan û projeyan li ser wargehê çêdikin û dora me teng dikin. Nasnameyên me nû nakin û bi hinceta ku nasname wextê wan sere bûrîne, me digirin û rênadin em derkevin. Nahêlin nexweş biçin Bexda. Her wiha van rojên dawî de rê nayê dayîn ku nexweşên Navçeya Mexmûrê jî werin nexweşxaneya me. Ev yek zilme li me tê kirin.”

‘Em di nava krîzekî de ne’

Fatma Bîlen di berdewamiya axaftinên xwe de da zanîn ku di rojên pêş de cejna qûrbanê ye û ji ber wê jî destnîşankir ku gûman hene karker dema verin wargehê di rêde bên girtin û wiha pêde çû: “Niha gûmanên me hene, karkerên me dema werin cejnê dibe ku rêde bên girtin. Her wiha Piştî cejnê wê çawan biçin ser karên xwe jî nayê zanîn. Ev yek kirîz û kaoseke. Welatiyên me debara xwe bi karkeriyê pêşwazî dikin û wê jî Iraq nahêle. Ji xwe ev 6 sal in PDKê ambargoyek daniye ser wargehê. Niha jî Iraq ev 2 heyv in dest pê kiriye.”

‘Xwedî li wargehê derbikevin’

Herî dawî Hevşaredara Wargeha Mexmûrê Fatma Bîlen ev bang li sazî û dezgehan kir: “Wargeha Mexmûrê, wargehek ya penaberan e. Xwedî îradeyek ji pola ne. Ti caran serê xwe li hember ti zilmê natewînin. Îro zilim lê tê kirin, divê gelê me yê ji derve bêdeng nemînin. Taybet jî sazî û dezgehên mafê mirovan divê xwedî li wargehê derbikevin. Gelê Mexmûrê ev 30 sal in li ber xwe dide. Emê dest bi rêzeçalakiyan bikin û emê heta berdana nûnerên xwe û dawî anîna ambargo-rêgiriya li ser wargehê têkoşîn bikin.”

Etîket: Kampa MexmûrêMexmûrwargeha Mexmûrê
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Ambargoya li ser Mexmûrê nayê qebûlkirin

Nûnerên Mexmûrê serbest hatin berdan

22 HEZÎRAN 2025
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Ambargoya li ser Mexmûrê nayê qebûlkirin

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Ambargoya li ser Mexmûrê nayê qebûlkirin

20 HEZÎRAN 2025
Gelê Mexmûrê li dijî ambargo û zextên Iraqê meşiyan

Gelê Mexmûrê li dijî ambargo û zextên Iraqê meşiyan

4 HEZÎRAN 2025
Nobeta xelkê Mexmûrê di roja 6emîn de didome

Nobeta xelkê Mexmûrê di roja 6emîn de didome

20 GULAN 2025
Şêniyên navçeya Mexmûrê çûn serdana konê berxwedanê

Şêniyên navçeya Mexmûrê çûn serdana konê berxwedanê

17 GULAN 2025
Şandeya Mexmûrî 3 roj in dîl hatiye girtin

Şandeya Mexmûrî 3 roj in dîl hatiye girtin

17 GULAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (14)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne