Hevşaredarê Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz ê ku hatibû girtin û qeyûm danîne şûna wî sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê hate kirin.
Hevşaredarê Navçeya Akdenîza Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz ê ku hatibû girtin û li şûna wî qeyûm hatibû danîn, ji Girtîgeha Tarsûsê sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê hate kirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal wiha got: “Me bihîst ku Hevşaredarê Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz ji Girtîgeha Tarsûsê sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê hatiye kirin. Zilma we jî bi qasî tirsa we mezin e. Roj dê were hûn ê bibêjin ‘Ev ne biryarên me bûn’. Her kesê vê zilmê erê dike şirîkê vê zilmê ye. Her kesên ji polîtîkayên qeyûm kêfê dike, rojekê dê hesabê bidin hiqûqê.”
Hevşaredarên Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Aslan û endamên Meclisa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslîhan Oruç, Yakup Daniş û Hîkmet Bakirhan di 10ê Çileyê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin. Hevşaredar Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Aslan û endamên Meclisa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Hîkmet Bakirhan û Neslîhan Oruç di 13ê Çileyê de hatibûn girtin.