Hevşaredarê Navçeya Tetwana Bedlîsê Mumîn Erol hat binçavkirin.
Hevşaredarê Navçeya Tetwanê ya Bedlîsê Mumîn Erol li avahiya şaredariyê hat binçavkirin. Hat zanîn ku polîsan avêtiye ser şaredariyê û bi îdiaya “heqaret li serokkomar kiriye” hevşaredar Mumîn Erol kirine binçavan û wî birine Midûriyeta Polîsan a Tetwanê.