Hevşaredarên navçeya Milazgirê Gulistan Ozel û Ahmet Kenan Turker hatin berdan.
Hevşaredarên navçeya Milazgirê ya Mûşê Gulistan Ozel û Ahmet Kenan Turker piştî îfadeyên
li Midûriyeta Polîsan hatin berdan. Li hevşaredarên ku ji ber daliqandina pankarta ji bo protestokirina
êrîşên li ser Rojava hatibûn binçavkirin, li midûriyetê pirsên “Çima we pankart daliqand?”, “Kê pankart
ji we re şand?” û “We talîmat ji kê girt?” hatin pirsîn.
Piştî îfadeyan hevşaredar hatin berdan.











