Hilbijartina hevşaredar û meclisa Şaredariya Wargeha Mexmûrê îro pêk hat. Desteya hilbijartinê bi daxuyaniyekê encamên kesên hatin hilbijartin aşkera kir.
Hilbijartina hevşaredar û meclisa ku her du salan carekê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rurstem Cûdî (Mexmûr) pêk tê, îro fi seatên serê sibê destpê kir. Hilbijartin heta seat 17:00’ê êvarî berdewam kir.
Piştî ku hilbijartin qediya, hejmartina dengan destpê kir. Her wiha encama ku ji hilbijartinê derketî ji aliyê desteya hilbijartinê ve kesên ku bûyîn hevserok û bûyîn endamê meclisê bi daxuyaniyekê hatin aşkerakirin.
Beriya ku hevşaredar û endamên meclisê bên eşkerekirin, ji aliyê Endamên desteya hilbijartinê Hadî Posat ve axatinek têkildarî kesên hatine hilbijartin hat kirin.
Hadî Posat di destpêka axaftinên xwe de serkeftin ji giştî kesên ku hatine hilbijartin re xwest û got: “Wek tê zanîn li wargeha me pergalek ya demokratîk heye ku her du sal hevserokên şaredarî û meclîsê têne hilbijartin. Îro hilbijartina şaredariyê hat pêkanîn, giştî tevlîbûna gel çêbû û encamên wê jî derketin. Di serî de em sipasiya hemû gelê xwe, sazî û xebatkarên xwe ku bi baldarî û demokratîk nêz bûne dikin.”
Piştî axaftinê kesên ku di hilbijartinê de bûne hevşaredar û encamên meclisê ji aliyê Neşet Kara ku ew jî endamê desteya hilbijartinê ye ve hat xwendin.
Kesên ku hatine hilbijartin wiha ne:
Xurbet Îşlek bi 1515 dengan û Cûma Fatma Bilehî bi 1522 dengan bûn hevşaredarên nû yên Şaredariya Mexmûrê.
Navê endamên meclisê ku bi ser ketin wiha ne; Selman Şiwêdî bi 1403 deng, Amara Xalid Qutas Hilalî 1052 deng, Osman Sîsin Hesen Bilehî 1001 deng, Sozdar Mihemed Tahir Hilalî 946 deng, Gulçîn Aydin Cizîrî 831 deng, Nûjiyan Hilalî 822 deng û Sebrî Ehmed Mijînî bi 749 dengan bûn encûmenên nû yên şaredariyê.












