Amed – Hevserokê MED-DERê yê berê Rifat Ronî di danişîna ewil a doza derbarê wî de hatibû vekirin hate berdan.
Hevserokê Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) yê berê Rifat Ronî ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, di danişîna ewil a doza jê dihate darizandin de hate berdan.
Hevserokê Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî di 25’ê Îlonê de li Amedê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Danişîna ewil a doza Ronî li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç, Hevberdevkê Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Heval Dilbahar û gelek mamosteyên zimanê Kurdî danişîn şopandin.
Ronî parastina xwe bi Kurdî kir
Ronî, parastina xwe bi Kurdî kir. Ronî, da zanîn ku kurteya îdianameyê gihiştiye ber destê wî û xebatên wî yên ji bo Kurdî weke hinceta girtinê hatine nîşandin. Ronî, qala kêliyên binçavkirinê kir û wiha got: “Dema em birin nexweşxaneyê, em destkelemçekirî bûn. Dema me got ev yek neheqî ye, hêj bêhtir şidandin.”
Bi domdarî Ronî diyar kir ku komeleya wan komeleyeke fermî ye û ji ber xebatên wê tê sûcdarkirin. Ronî, wiha domand: “Nabe ku gotinên têkildarî pirsgirêka Kurd weke sûc bên nîşandan.” Ronî, gotinên rêveberên îktîdar û muxalefetê yên têkildarî pirsgirêka Kurd bi bîr xist.
Ronî, da zanîn ku beşdarbûna wî ya merasîmên cenazeyan weke sûc hatine nîşandan û got ku tevlibûna merasîman, rîtueleke çandî ye.
Xebatên zimanê Kurdî weke sûc hatine hesibandin
Di berdewama axaftina xwe de Ronî bertek nîşan da ku xebatên têkildarî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê weke sûc hatine nîşandan û wiha got: “Her wiha pîrozkirina 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî weke sûc hatiye nîşandan. Çawa ku Cejna Zimanê Tirkî tê pîrozkirin, divê Cejna Zimanê Kurdî jî were pîrozkirin. Bi bîr anîna Cegerxwîn weke sûc hatiye nîşandan. Cegerxwîn, nivîskar û zanyareke bi nav û deng e ku hemû dinya nas dike. Orhan Velî çawa were bibîranîn, divê Cegerxwîn û nivîskarên Kurd jî bikarin bên bibîranîn. Di tawanbariyan de îdiaya tundiyê tune ye, êriş û muqawemet tune ye. Di daxuyaniyê de tu sûc tune ne. Em di 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de ne. Ev peyman, bûye malê hemû mirovahiyê. Hêvîdar im ev maf li welatê me jî bikevin meriyetê.”
Parêzera Ronî, Cemîle Turhalli jî anî ziman ku muwekîlê wê bi dehan caran li van dadgehan wergêrî kiriye û wiha got: “Ji ber îfadeyên Umît Akbiyik, delegetiya KCD’ê û û tevlibûna çalakî û xwepêşandanan îro li vir e. Îdiayên tên kirin, nabin hinceta ‘endamtiya rêxistinê.” Cemîle Turhalli, biryarên beraetê yên têkildarî HDK’ê pêşkeşî dadgehê kir û xwest miwekîlê wê were berdan. Parêzer Eyûp Aydenîz jî got ku ew bi xwe jî ji rêveberên MED-DER’ê ye û ev yek sûc nîne.
Endama Komîsyona Mafên Ziman û Çandî ya Baroya Mêrdînê Dîlan Koç jî bertek nîşanî gotinên “qaşo Kurdî” û “qaşo zimanê dayikê” da.
Dozger, xwest li îtîrafkar Umît Akbiyik were guhdarîkirin û di vê pêvajoyê de Ronî girtî bê darizandin.
Ronî, jî wiha got: “Ez tev li mutalaaya dozger nabim. Rewşa min a tenduristiyê nebaş dibe. Dixwazim bêm tehliyekirin. Ji ber îfadeya Umît Akbiyik dixwaze taloq bike. Ez amade me ku her tim beşdarî danişînan bibim.”
Şandeya dadgehê bi şertê qedexeya derveyî welat ji bo Ronî biryara tehliyeyê da. Danişîna dozê taloqî 10’ê nîsana 2025’an hate kirin.