Enqere – Hevserokê Giştî yê SESê Mehmet Siddik Akin anî ziman ku budçeya tenduristiyê zêdetir ji bo nexweşxaneyên taybet tê xerckirin û got: “Ji bo wê jî gel nikare di nexweşxaneyên dewletê de xwe bigihîne tenduristiyê. Bila budçe ji bo bo gel bê berxckirin.”
Li Lîjneya Giştî ya Meclîsa Tirkiyeyê hevdîtinên budçeyê dest pê dikin. Yek jî budçeya herî zede bandor li ser jiyana gel dike budçeya tenduristiyê ye. Budçeya Tenduristiyê ku di sala 2025an de ji sedî 6.9 hatibû vêqetandin û trilyonek û 20 milyar û 317 milyon TL bû, îsal jî budçeya hatiye pêşniyarkirin trilyonek û 594 milyar lîre ye yanî ji sedî 8.42 e. Welatiyên li Kurdistan û Tirkiye ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê û bi rojan li benda tedawiyê dimînin li bendê ne ku ji bo tenduristiyê budçeyeke baş be vêqetandin û xizmetên tenduristiyê were başkirin. Lê weke her sal îsal jî budçeya mezin ji bo “parastinê” ango şer hate veqetandin. Budçeya parastinê ya îsal weke 2 trilyon û 155 milyar lîre hatiye diyarkirin. Ev jî ji sedî 11.4ê budçeyê dike. Ev budçe jî weke budçeya şer tê şîrovekirin û parlamenter nerazîbûn nîşanî budçeyê hatiye veqetandin didin.
Hevserokê Giştî yê Sendikaya Kedkarên Tendûristiyê û Xizmeta Civakî (SES) Mehmet Siddik Akin têkildarî budçeya tenduristiyê ya îsal anî ziman ku divê pergala tenduristiyê ku cihêkariyê dixe nava xelkê bê guherandin û xwest budçeya tenduristiyê ji bo xizmeta gel bê xerckirin.
‘Tenduristî bûye qadeke bazirganiyê’
Mehmet Siddik Akin anî ziman ku ji ber pergala kapîtalîzmê tenduristî jî bûye qadeke bazirganiyê û wiha got: “Li Tirkiyeyê welatî ji xizmetên tenduristiyê nerazîne. Sedema vê yekê jî pergala tenduristiyê ye. Tirkiye jî li gor pergala kapîtalîzme ya neolîberal pergala tenduristiyê ava kiriye. Tenduristî û derman li ser aboriyê ye. Xizmetên tenduristiyê ji bo hemû gel hewce ye. Divê ew hewcedarî ji aliyê dewletê ve were dabînkirin. Lê piştî salên 90î ji şîrketên taybet re derfet ava kirin û nexweşxaneyên taybet derketin holê. Xizmetên nexweşxaneyên dewletê jî her ku çû kêm kirin. Êdî tenduristî jî bi vî awayî bû pergala bazirganiyê. Li nexweşxaneyên taybet bêtir amûrên tenduristiyê hene û budçeya tenduristiyê jî bêtir ji wan nexweşxaneyan re tê veqetandin. Wezaretê Tenduristiyê dibêje, di nav salekê de bi milyaran mirov dermen kirine an jî bi milyonan kesan serî li nexweşxaneyê dane. Di dinyayê de tiştek wisa tune ye. Ev jî tê wateyê ku gel bi tevahî nexweş dikeve. Sedema vê yekê jî pergala tenduristiyê ye. Ji ber ku pergala parastina tenduristiyê li Tirkiyeyê tune ye welatî zêde nexweş dikevin. Mirov bi rojan li nexweşxaneyê li benda tedawiyê ne. Welatî ji bo wergirtina mafê tenduristiyê bi salan jî li benda tedawiyê dimînin. Divê ewilî pergala parastina tenduristiyê li Tirkiyeyê bê avakirin û hemû welatî beriya nexweş bibin bikaribin tedawî bibin û pêşiya nexweşiyan bê girtin.”
‘Divê budçeya îsal pêdiviyên gel dabîn bike’
Mehmet Siddik Akin bal kişand ser hevdîtinên budçeyê û xwest budçeya îsal ji sedî 10 ne kêmtir be. Mehmet Siddik Akin destnîşan kir ku divê budçeya ku ji pêdiviyên gel re bibe bersiv pêk were û wiha pê de çû: “Her wiha xizanî jî li ser tenduristiyê bandor dike. Divê xîzanî kêm bibe. Welatî bikaribin pêdiviyên bingehîn ên jiyanê dabîn bikin. Heke ew nebe nexweşî jî kêm dibe. Her wiha divê ji bo tenduristiyê di sala nû de budçeyeke ku bikaribe welatî mafê tenduristiyê bi rehetî werbigire pêk were. Budçeya tenduristiyê di nava budçeyê de divê sedî 10 derbas bibe. Budçeya tenduristiyê hê jî sedî 6 û nîv e. Ev budçe jî ji bo xizmetên tenduristiyê tê xerckirin an ji bo tiştek din jî ne diyar e. Dema em budçeya navendî dinêrin, budçe ji bo şer û şîrketên navneteweyî tên xerckirin. Şer, faîz û sermayedarên navneteweyî re budçe tê xerckirin. Di nav budçeya sedî 6 û nîv ku ji tenduristiyê re vediqetînin de jî sedî 70ê budçe ji bo dermankirinê tê xerckirin. Budçeya parastina tenduristiyê her ku diçe kêm dibe lê ya dermankirinê zêde dibe. Ev jî çewt e divê berovajî wê bibûna. Her wiha dema em Wezaretên Tenduristiyê dinêrin hemû karmendên nexweşxaneyên taybet in. Her tim jî budçeya zêde ne ji bo nexweşxaneyên dewletê lê ji bo nexweşxaneyên taybet re tên xerckirin. Lê gel jî nikare xwe bigihîne wan nexweşxaneyan. Gel jî li nexweşxaneyên dewletê nikare xizmeta tenduristiyê werbigire. Ji bo wê divê budçe zêdetir ji bo nexweşxaneyên dewletê be xerckirin. Budçeya îsal ji sala par ne cuda ye. Divê partiyên di parlamentoyê de ne jî zextê bikin, saziyên tenduristiyê û herî girîng jî gel ji bo budçeyeke ku pêdiviyên gel re bibe bersiv pêk were zextê li desthilatê bikin.”
‘Divê tenduristî bê pere be’
Mehmet Siddik Akin bi lêv kir ku ji budçeya tenduristiyê bi piranî ji bo nexweşxaneyên taybet tê veqetandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji sedî 40 nexweşxaneyên taybet hene û ji sedî 60 jî nexweşxaneyên dewletê hene. Lê serwîsên diyalîzê ji sedî 54 di destê nexweşwaneyên taybet de ne. Her wiha serwîsên din jî piranî di destê nexweşxaneyên taybet de ne û bi ser van serwîsan bazirganiyê dike. Her ku diçe ji nexweşxaneyên taybet re bêtir derfet tên avakirin û ji nexweşxaneyên dewletê re derfet kêm dibin. Budçeya ji nexweşxaneyên taybet re tê xerckirin divê betal bibe û ew budçe ji bo nexweşxaneyên dewletê bê xerckirin. Tevî ku bi deh hezaran kes beşa tenduristiyê xwendine jî nikarin bibin karmen û bixebitin. Divê van kesan bigirin kar û barê xebatkarên tenduristiyê yên heyî were sivikkirin. Her wiha divê tenduristî bê pere bibe û hemû kes bikaribe xwe bigihîne xizmeta tenduristiyê.”
‘Budçeyê ji şer re vediqetînin’
Mehmet Siddik Akin diyar kir ku bi avakirina aştî û civaka demokratîk re pergala tenduristiyê jî wê baş bibe û wiha axivî: “Dema li welatekî şer hebe bandorê li ser her kesî dike. Dema şer bidawî bibe û gavên demokratîk bên avêtin wê tenduristî jî baş bibe. Her wiha budçeya ji şer re dihat xerckirin jî dikarin ji bo tenduristiyê veqetînin. Niha budçeya herî zede li ser şer tê xerckirin. Dibêjin ‘budçeya parastinê’ lê di esasê xwe de budçeya şer e. Ji bo tenduristiya welatiyan ji sedî 6 budçe tê veqetandin, lê ji bo şer ji sedî 11 budçe vediqetînin. Dema pergaleke demokratîk were avakirin ji şer re budçe neyê veqetandin, hem tenduristiya welatiyan ji aliyê derûniyê ve wê baş bibe hem jî bêtir wê bikaribin xwe bigihînin xizmeta tenduristiyê. Ji ber vê yekê jî em dibêjin dev ji budçeya şer berdin û ji bo xizmeta gel budçeyê veqetînin.”













