Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari diyar kirin ku nirxandinên Abdullah Ocalan ên li ser bingeha aştî û çareseriyê balê dikişînin ser berpirsyartiyeke dîrokî û dem dema aştiyeke birûmet e.
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder duh li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin û îro jî têkildarî hevdîtinê daxuyaniyek parve kirin. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, derbarê daxuyaniya têkildarî hevdîtinê de li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal peyam dan.
‘Em dikarin bi hev re pêşerojê ronî bikin’
Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku nirxandinên Abdullah Ocalan ên li Îmraliyê bangawaziyeke dîrokî ye ku dikare qedera Tirkiye û herêmê biguherînin û wiha got: “Xurtkirina tifaqa Tirk-Kurdan û destpêkirina pêvajoyeke demokratîk û aştiyane, êdî berpirsyartiyeke û nabe ku were taloqkirin. Di vê pêvajoya krîtîk de, divê hemû derdorên siyasî ji bo çareseriyê çêker nêz bibin û gavên dilwêrek biavêjin. Meclis, zemîna herî girîng a vê pêvajoyê ye. Rêya ber bi aştî, demokrasi û xwişk û biratiyê ve diçe; girêdayî gavên bi hev re û bi dilwêrekî tên avêtin e. Di vê çarçoveyê de DEM Partî çi bikeve ser milê wê dê bike û bila gumana kesekî nebe ku em ê pêşniyarên çareseriyê yên erênî mezin bikin. Em di qonaxa firsendeke dîrokî de ne û em dikarin bi hev re pêşerojê ronî bikin.”
‘Dem dema aştiyeke birûmet, cisaret û ferasetê ye’
Tuncer Bakirhan jî li ser hesaba xwe ya X’yê wiha got: “Nirxandinên birêz Ocalan ên li Îmraliyê di çarçoveya çareserî û aştiyê de, balê dikişîne ser berpirsyartiyeke dîrokî. Derbaskirina têkiliyên Tirk-Kurdan a li ser zemînekî demokratîk û aştiya birûmet a Tirkiyeyê. Ev bang, ne tenê pêşniyareke çareseriyê ye, di heman demê de ji bo avakirina pêşerojeke hevpar jî firsendeke dîrokî ye. Di vê pêvajoyê de berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê hemû derdorên siyasî û Meclisê. Geşedanên li Xeza û Sûriyeyê, nîşan dide ku êdî tehemûla ji bo taloqkirina çareseriyê nema ye. Em bi hev re bersivê bidin bangawaziya ji bo aştî, demokrasî û biratiyê. Ji bo Tirkiye û herêmê em di erefeya veguherîna demokratîk de ne. Dem dema aştiyeke birûmet, cisaret û ferasetê ye.”