Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîhtat Sancar di van saetan de li gel Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş civiya.
Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar di van saetan de li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edîrneyê serdana Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş civiya. Hat zanîn ku di rojeva hevdîtinê de geşedanên dawî yên di rojevê de heye û li ser van geşedanan dê gotûbêj bên kirin.
Tê payîn ku Buldan û Sancar hevdîtinek demdirêj li gel Demîrtaş pêk bînin.













