• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li pêşiya KEyê banga naskirina mafê hêviyê hate kirin

    Li pêşiya KEyê banga naskirina mafê hêviyê hate kirin

    DEDAŞê elektrîka bajarokê bi temamî qut kir

    DEDAŞê elektrîka bajarokê bi temamî qut kir

    CPT: Artêşa Tirk nasname û wesayîtên leşkerên Iraqê kontrol dikin

    CPT: Artêşa Tirk nasname û wesayîtên leşkerên Iraqê kontrol dikin

    Karkerên Şaredariya Rezanê bertek nîşanî Rahmî Koç dan

    Karkerên Şaredariya Rezanê bertek nîşanî Rahmî Koç dan

    Şaredariya Peyasê kirîna wesayîtan a ji Otosana Koç Holdîngê betal kir

    Şaredariya Peyasê kirîna wesayîtan a ji Otosana Koç Holdîngê betal kir

    Ahmet Tabu ê ketiye greva birçîbûnê: Berxwedan jiyan e

    Ahmet Tabu ê ketiye greva birçîbûnê: Berxwedan jiyan e

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li pêşiya KEyê banga naskirina mafê hêviyê hate kirin

    Li pêşiya KEyê banga naskirina mafê hêviyê hate kirin

    DEDAŞê elektrîka bajarokê bi temamî qut kir

    DEDAŞê elektrîka bajarokê bi temamî qut kir

    CPT: Artêşa Tirk nasname û wesayîtên leşkerên Iraqê kontrol dikin

    CPT: Artêşa Tirk nasname û wesayîtên leşkerên Iraqê kontrol dikin

    Karkerên Şaredariya Rezanê bertek nîşanî Rahmî Koç dan

    Karkerên Şaredariya Rezanê bertek nîşanî Rahmî Koç dan

    Şaredariya Peyasê kirîna wesayîtan a ji Otosana Koç Holdîngê betal kir

    Şaredariya Peyasê kirîna wesayîtan a ji Otosana Koç Holdîngê betal kir

    Ahmet Tabu ê ketiye greva birçîbûnê: Berxwedan jiyan e

    Ahmet Tabu ê ketiye greva birçîbûnê: Berxwedan jiyan e

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rostem Siyahtaş: Divê azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk were

Abdullah Esen / AW

2 ADAR 2026 - 10:46
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Êlih – Endamê Lijneya Rêveberiyê yê Baroya Êlihê parêzer Rostem Siyahtaş diyar kir ku “Mafê Hêviyê” ne mafekî siyasî ye, mafekî hiqûqî ye û got: “Divê ev tişt bi pêvajoyê ve neyên girêdan divê bi rêyên hiqûqî bên çareserkirin. Divê azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêk were.”

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2003yan de ji bo mafê hêviyê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) dabûn. Piştî serlêdanê di 18ê adara 2014an de DMMEyê biryar dabû û xwestibû ku Tirkiyeyê mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi cih bîne. DMMEyê Tirkiye di vê serlêdanê de mehkûm kiribû. Tevî ku bi ser vê biryarê re 12 sal derbas bûn jî hêj Tirkiyeyê ev biryar pêk neaniye. Mijara “Mafê Hêviyê” bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re hin bêtir ket rojevê û ev maf yek ji xala herî girîng a pêvajoyê tê nirxandin. Tekildarî vê yekê jî parêzvanên mafên mirovan û hiqûqnasan gelek caran serlêdan kirin. Her wiha Baroyên bakurê Kurdistanê jî ji bo bicihanîna “Mafê Hêviyê” serlêdan kirin lê hewldanên wan jî bê encam û bê bersiv hatin hiştin. Tevî van serlêdanan jî hêj encamek derneketiye holê. Kordînatorê mafên mirovan û endamê Lijneya Rêveberiyê yê Baroya Êlihê Rostem Siyahtaş têkildarî “Mafê Hêviyê” û pêvajoya heyî ji ajansa me re axivî.

‘Divê ev tişt bi pêvajoyê ve neyên girêdan’

Rostem Siyahtaş biryara DMMEyê ya têkildarî “Mafê Hêviyê” de bi bîr xist û wiha got: “DMME dibêje kesek nikare heta dawiya emrê xwe di girtîgehê de bimîne. Ev yek li gorî peymana xala 3yemîn a DMMEyê mafên mirovan bin pê dike. Ev yek nayê qebûlkirin. Piştre jî di sala 2013an de mijareke wisa dîsa vekirin û serlêdan hatin kirin. Wê demê dadgehê dîsa heman tişt. Ji wê deme heta niha êdî ev tişt wisa ma.” Rostem Siyahtaş bal kişand ser gotinên Serokê MHPê yê Giştî Devlet Bahçelî yên derbarê “Mafê Hêviyê” de û wiha domand: “Ev mijar gelek tê axaftin. Ger ku em weke hiqûqnas lê binêrin ne hewceyeke ku mirov li ser nîqaş jî bike. Em jixwe qanûnên dewleta Tirk dizanin. Di xala 90emîn a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê de, weke peymana navendî û qanûnên navendî hatine qebûlkirin. Dema ku DMME van qanûnan pêk bîne hewceye dewleta Tirk vê yekê bi cih bîne. Ev tişt ne tişteke ku bi pêvajoyê ve girêdayî ye, ev tişteke hiqûqî ye. Hiqûq divê li gorî rojeva siyasî neguhere. Hiqûq berê çibe, duh ew e, îro jî ew e û ew ê sibê jî ew be. Hewceye ku kiryarên ji aliye dewletê ve têne kirin rojek zûtir ji holê rabin. Divê ev tişt bi pêvajoyê ve neyê girêdan divê bi rêyên hiqûqî bêne çareserkirin.”

‘Em van daxuyaniyan jî êdî ji dil nabînin’

Rostem Siyahtaş di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku di nava civakê de bêbaweriyek hatiye avakirin û wiha pê de çû: “Êdî wisa bûye ku çavên hemû civakê roja sêşeman li daxuyaniyên Devlet Bahçelî yên heftane ye. Em vêya gelek kêm û şaş dibînin. Êdî wisa lê hatiye ku di çavê herkesî de hêviya çareserî û hiqûqê bûye Bahçelî. Em van daxuyaniyan jî êdî ji dil nabînin. Di ser pêvajoya heyî re zêdetirî salekê derbas bû, hê jî tu gaveke ji dil nehate avêtin. Lê dîsa jî azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan gelekî girîng e û divê pêk were.”

‘Tişteke hiqûqî divê nebe êsîrê siyasetê’

Rostam Siyahtaş bal kişand ser pêvajoya heyî û wiha domand: “Weke parêzvanên mafên mirovan tişta ku ji destê me bê em ê bikin. Lê ji aliyê hiqûqî ve ev tiştên ku tên xwestin nayên bicihanîn. Bi vê yekê re hêviya civakê dişikê. Dema ku li Tirkiyeyê bê hiqûqiyek çêbibe em hemû di binî de dipelçiqin. Dema ku tiştek hiqûqî pêk bê ew ji bo me hemûyan dîsa jî baş e. Yanî hiqûqa Tirkiyeyê ji me hemûyan re hewceye û bêhiqûqiya wê jî me hemûyan diêşîne. Tişteke hiqûqî divê nebe esîrê pêvajo, siyaset û gotinên kesên siyasetmedar. Tişta hiqûqî dadgeh biryarê dide, li gorî dil be an ne gorî dil be çi hewce be bila ew bi cih bê.”

‘Zimanê raporê ji aliyê pirsgira Kurd ve zimanekî ne rast e’

Rostem Siyahtaş qala rapora ku ji aliyê Komîsyona Meclisê ve hate amadekirin kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di nava wê raporê de gelek kêmasî hene. Dema ku em li raporê dinêrin bi 7 xalan hatiye nivîsandin û belavkirin, lê gelek kêmasî di tê de hene. Her wiha rapor 83 rûpel e ew jî kêm e. Zimanê raporê ji aliyê pirsgira Kurd ve zimanekî ne rast e. Ev kêmasiya raporê hem di çapemeniyê de û hem jî di nava civakê de gelek kêm hat dîtin. Hê jî di raporê de pirsgirêka Kurd weke tundî û ‘Terorê’ tê dîtin. Ev nêzîkatî ne nêzîkatiya çareseriyê ye û pirsgirêkan derdixe holê. Ji aliyê din em ji raporê hêvîdar bûn û me jî weke baroya Êlihê nêrînên xwe anî ziman. Hinek baroyên herêmê jî çûne Enqereyê û anîn ziman ku divê ji aliyê çareseriya pirsgirêka Kurd çi bê kirin çi gavên hiqûqî hewce ne. Lê ev pêşniyarên ku ji aliyê baroyan ve hatin kirin neketin raporê. Bi vê yekê re DEM Partiyê jî şerh danî ser wê raporê. Em di wê baweriyê de ne ku gel û hemû baroyên herêmî û DEM Partî jî bi vî çavî li raporê dinêrin.”

Etîket: Abdullah OcalanDMMEMafê Hêviyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hatîmogullari: Beriya Meclîs bikeve betlanê divê çarçoveya qanûnî bê amadekirin

Hatîmogullari: Beriya Meclîs bikeve betlanê divê çarçoveya qanûnî bê amadekirin

9 HEZÎRAN 2026
82 Xelatgirên Nobelê ji bo Abdullah Ocalan bang li Konseya Ewropayê kirin

82 Xelatgirên Nobelê ji bo Abdullah Ocalan bang li Konseya Ewropayê kirin

9 HEZÎRAN 2026
Deklerasyona ‘Mîtînga Azadiya’ hat aşkerekirin: Muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e

Deklerasyona ‘Mîtînga Azadiya’ hat aşkerekirin: Muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e

8 HEZÎRAN 2026
Abdullah Ocalan: Gihiştina civaka demokratîk bi demokrasiya herêmî pêkan e

Abdullah Ocalan: Gihiştina civaka demokratîk bi demokrasiya herêmî pêkan e

8 HEZÎRAN 2026
Akademîsyen Yegen: Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê statuya Ocalan bê diyarkirin

Akademîsyen Yegen: Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê statuya Ocalan bê diyarkirin

8 HEZÎRAN 2026
Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk dest pê kir

Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk dest pê kir

8 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ahmet Karamus: Me ji bo statuya Kurdan serî li NYê da, em li benda biryarê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Çima hemû xelk dikarin bi alaya xwe werzîşê bikin lê em nikarin?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Çareseriya şerê taybet di paradîgmaya modernîteya demokratîk de ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 9ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ev der ne Hewreman e gundên Xîzanê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zeydan: Em ê bi civakek demokratîk layîqî nirxên xwe bimînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklerasyona ‘Mîtînga Azadiya’ hat aşkerekirin: Muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevdîtinên Ciwanan ên Spor û Çandê yên Peyasê dest pê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Diyar Koç ku bi hedef nîşandanê hatibû girtin hate berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (257)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne