Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê, bi Koma Meclisê ya AKPê re hevdîtin kir. Hevdîtina ku ji çapemeniyê re girtî pêk hat bi dawî bû. Heyet piştre çû serdana Partiya Saadetê.
Heyeta Îmraliyê ku ji parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder, Pervîn Bûldan û siyasetmedar Ahmet Turk pêk dihat, bi koma AKPê re li Meclîsê hevdîtinek kir. Heyetê piştî hevdîtin bi dawî bû daxuyanî dan çapemeniyê. Serokwekîlê Koma Meclisê ya AKPê Abdullah Guler diyar kir ku wan bi rengekî erênî sohbet kir û dê di rojên pêş de wê daxuyaniya pêwîst bidin.
Heyet piştre çû serdana Partiya Saadetê
Şandeya Îmraliyê piştre bi Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan re hevdîtin kir. Heyet ji hêla Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan û Serokwekîlê Koma Meclisê Bulent Kaya û parlamenter Mesût Dogan ve hate pêşwazîkirin.