Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mithat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk te dê sibê serdana Wezîrê Dadê Akin Gurlek û Wezîrê Karên Navxweyî Mustafa Çîftçî bike.
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partî ku ji parlamentera Wanê Pervîn Buldan, parlamenterê Rihayê Mithat Sancar û parêzerê Buruya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tê dê sibe seat di 13.00an de serdana Wezîrê Karên Hundirîn Mustafa Çîftçî û seat di 14.00an de jî serdana Wezîrê Dadê Akin Gurlek bike. Heyet dê piştî hevdîtina Akin Gurlek daxuyaniyê bide.













