Heyeta DEM Partî ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mithat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê dê roja duşemê serdana Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel bike.
Heyeta Îmraliyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji parlamentera Wanê Pervîn Buldan, parlamenterê Rihayê Mithat Sacar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tên dê 22ê mehê roja duşemê di seat 12.00an de li navenda giştî ya CHPê bi Ozgur Ozel re hevdîtin bike.













