Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bike, ber bi Girava Îmraliyê bi rê ket.
Heyeta Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket. Di nava heyetê de Parlamentera Wanê Pervîn Buldan, Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol cih digirin.
Hêjayî bi bîr xistinê ye ku Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê herî dawî di 3yê Cotmehê de li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtin pêk anîbû. Yanî heyetê meha bihûrî dîsa roja 3yê mehê hevdîtin kiribû.













