Li bendê ye ku Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê û Serokkomar Tayyîp Erdogan di 28ê Cotmehê de cara sêyemîn bicivin. Dem û cihê hevdîtinê hîn nehatiye eşkerekirin.
Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît duh di bernameyek Îlke TV de ragihand ku dê hevdîtinek di navbera Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê û Serokkomar Tayyîp Erdogan de tê plankirin.
Li gorî agahiyan, tê payîn ku Heyeta Îmraliyê û Tayyip Erdogan di 28ê Cotmehê de bicivin. Hûrgiliyên derbarê cih û dema hevdîtinê de hîn nehatine eşkerekirin.