Heyetek Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo hevdîtinê li gel Wezîrê Parastinê yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bike, li Şamê ye.
Li gorî nûçeya ANHAyê ku spartiye çavkaniyên leşkerî; heyetek Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) derbasî paytexta Sûriyeyê Şamê bû.
Tê payîn ku heyeta YPJê bi Wezîrê Parastinê yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re bicive û tevlibûna YPJê ya di nava artêşa Sûriyeyê de nîqaş bikin.













