• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    CPT: Di êrişa ser Kampa Sûrdaş de 3 kes birîndar bûn

    CPT: Di êrişa ser Kampa Sûrdaş de 3 kes birîndar bûn

    KCKê ji bo Bernd Ruprecht peyama sersaxiyê weşand

    KCKê ji bo Bernd Ruprecht peyama sersaxiyê weşand

    Bi dronan êrişî Silêmaniyê û Hewlêrê hatin kirin

    Bi dronan êrişî Silêmaniyê û Hewlêrê hatin kirin

    800 malbatên din gihîştin Efrînê

    800 malbatên din gihîştin Efrînê

    DEM Partî têkildarî êrişa li ser lîseyê daxuyanî da

    DEM Partî têkildarî êrişa li ser lîseyê daxuyanî da

    Amadekariyên pevguhertina 200 girtyan tên kirin

    Amadekariyên pevguhertina 200 girtyan tên kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    CPT: Di êrişa ser Kampa Sûrdaş de 3 kes birîndar bûn

    CPT: Di êrişa ser Kampa Sûrdaş de 3 kes birîndar bûn

    KCKê ji bo Bernd Ruprecht peyama sersaxiyê weşand

    KCKê ji bo Bernd Ruprecht peyama sersaxiyê weşand

    Bi dronan êrişî Silêmaniyê û Hewlêrê hatin kirin

    Bi dronan êrişî Silêmaniyê û Hewlêrê hatin kirin

    800 malbatên din gihîştin Efrînê

    800 malbatên din gihîştin Efrînê

    DEM Partî têkildarî êrişa li ser lîseyê daxuyanî da

    DEM Partî têkildarî êrişa li ser lîseyê daxuyanî da

    Amadekariyên pevguhertina 200 girtyan tên kirin

    Amadekariyên pevguhertina 200 girtyan tên kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

Qamişlo / AW

9 ADAR 2026 - 08:53
Kategorî: CIVAK, MANŞET, ROJANE
A A
Rayedarên Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser perwerdehiya Kurdî heta niha gelek hevdîtin kirin lê xalên esasî yên mijarê hê jî zelal nebûne. Aliyê Kurd di perwerdehiya zimanê zikmakî de israr dike û Şam jî hewl dide Kurdî wekî hêmanek çandî tenê bi hinkirina ziman sînordar bike. Jêrkomîteya ji bo zelalkirina perwerdehiyê hatiye avakirin di civîne herî dawî de mijar hewaleyî komîteya bilind kir.

Pêkanîna Peymana 29ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê berdewam dike. Heta niha di aliyê entegrasyona leşkerî, ewlehî û îdarî de heta astekê lihevhatinek çêbû û gav hatin avêtin. Sernavek herî girîng a peymanê jî derbarê perwerdehiya zimanê zikmakî de ye. Di vî alî de her çiqas nîqaş û hevdîtin hebin jî heta niha lihevhatinek çênebûye.

Hikûmeta Sûriyeyê dixwaze çi bike?

Perwerdehiya Kurdî ku di Paymana 29ê Çile de bi xala 11emîn tê sererastkirin û bi gotina, “Mafên civakî û perwerdehiyê yên gelê Kurd dê bên nasîn û sererastkirin” tê pênasekirin. Lê Hikûmeta Sûriyeyê ya Demkî hewl dide perwerdehiya zimanê zikmakî bi Biryarnameya Serokkomariyê ya bi Hejmara 13an sînor bike. Li gorî vê jî Kurdî ji zimanek perwerdehiyê zêdetir wekî hêmanek çandî digire dest.

Kurdî di 2027an de dikeve nav pergala fermî

Hikûmeta Sûriyeyê ragihand ku Kurdî dê ji sala xwendinê ya 2027an ve di pergalê perwerdehiya fermî de cih bigire. Li gorî plansaziya Wezareta Perwerdehiyê ya Sûriyeyê, dersa Kurdî dê di hemû astên dibistanê de, ji pola yekem heta pola 12an, hefteyê du saetan bê dayîn. Mifredata jî dê ji hêla Navenda Neteweyî ya Pêşxistina Mifredatê ve bê amade kirin.

Li hemû dibistanan dê Kurdî bê hînkirin

Serokê Daîreya Pêşxistina Jîngehên Perwerdehiyê û Pêvajoyên Hînbûnê yê Wezareta Perwerdehiyê ya Sûriyeyê Dr. Îsmet Ramazan di 24ê Sibatê de daxuyaniyek da û plana xwe ya derbarê Kurdî de ragihand. Ramazan got ku biryara nû Kurdî tev li mifredata neteweyî dike. Li gorî vê Kurdî dê ne tenê li dibistanên fermî, li dibistanên taybet de jî were hînkirin. Ramazan got ku ligel dersan çalakiyên çandî û zimanî jî dê li dibistanan bên lidarxistin.

‘Mifredat li gorî pîvanên navneteweyî tê amadekirin’

Ramazan anî ziman ku mifredata nû li ser bingeha standardên navneteweyî tê amadekirin û Çarçoveya Referansa Ziman a Ewropayê (CEFR) û Konseya Hînkirina Zimanên Biyanî ya Amerîkayê (ACTFL) esas tên girtin. Li gorî Ramazan, armanc ew e ku xwendekar di çar aliyên sereke, ango guhdarîkirin, axaftin, xwendin û nivîsandinê de pêş bikevin.

Kurmancî dê bi alfabeya Latînî bê dayîn

Li ser mijarê Ramazan ragihand ku hînkirina Kurdî dê bi giranî bi Kurmancî û alfabeya Latînî pêk bê û wiha got: “Kurmancî li Sûriyeyê, Tirkiyeyê û tevahiya Qafqasyayê zaraveyê herî mezin e û ji aliyê pedagogîk ve alfabeya Latînî ji bo zarokan hêsantir tê dîtin. Di astên pêşketî de dê alfabeya Erebî jî were nasandin, ji ber ku beşek girîng ji edebiyata klasîk a Kurdî bi van tîpan hatiye nivîsandin.”

Dê mamoste û pispor bên wezîfedarkirin

Wezaretê di 26ê Sibatê de ragihand ku ji bo pêkanîna vê bernameyê dê mamosteyên Kurdî û pisporên amadekirina mifredatê bên peywirdarkirin û ev xal destnîşan kirin: “Kesên ku xwedî diplomaya zanîngehê ne, di xwendin, nivîsandin û gramerê de jêhatî ne, dê tev li imtîhanên nivîskî û devkî bibin. Kesên ku serkeftî derbas bibin, paşê dê tev li bernameyên perwerdehiya pedagojîk bibin. Li gorî plansaziyê amadekirin, pejirandin û çapkirina pirtûkan dibe ku nêzîkî şeş meh bidome û mifredat di destpêka sala xwendinê ya bê de dê dest pê bike.”

Rêveberiya Xweser çi dixwaze?

Li ser perwerdehiya Kurdî di navbera Hikûmeta Demkî û Rêveberiya Xweser de hêj cudahiyên esasî hene. Rêveberiya Xweser gavên Hikûmeta Demkî heta astekê erênî dibîne lê gelek kêm û nebes dinirxîne. Aliyê Kurd bi boneya, “Hikûmeta Demkî, Kurdî wekî hêmanek çandî pênase dike û tenê bi hînbûna ziman sînor dike” rexneyên tund li plansaziya wezaretê kirin.

Naskirina Kurdî erênî ye lê bêperwerdehî nabe

Li dijî vê daxuyaniya Wezareta Perwerdehiyê ya Hikûmeta Demkî, Rêveberiya Xweser rexne û hişyariyên girîng kirin. Rêveberiya Xweser bi fermî naskirina Kurdî erênî dît lê plarsazî gelek qels nirxand û xwest ku Kurdî bi awayekî makezagonî di asta perwerdehiya bi zimanê dayikê de were misogerkirin.

Kurdî bi biryarek Serokkomariyê nayê sînorkirin

Rêveberiya Xweser diyar dike ku mafê perwerdehiya zimanê zikmakî nikare tenê bi fermanek Serokkomariyê bê sînorkirin û destnîşan dike ku ger ev maf bi makezagona nû an jî zagonek fermî neyê misogerkirin, her tim riska betalkirin û paşguhkirinê heye.

Şam perwerdehiya ziman qebûl nake

Rayedarên Karên Perwerdehiyê yên Rêveberiya Xweser difikirin ku plansaziya Şamê hîn jî ne li ser perwerdehiya bi zimanê dayikê ye û ziman tenê bi dersa hînbûna Kurdî sînor dike. Şam, Kurdî newekî zimanek ku zarok pê perwerdehiyê bibînin lê wekî hêmanek çandî ya xwendekar hîn bibin, digire dest.

‘Kontrola dewletê di pêvajoyê de zêde ye’

Lêkolîner Marwan Hamî ku li ser mijarê gotar nivîsand, plansaziya Şamê bi tundî rexne kir. Hamî destnîşan dike ku Hikûmeta Şamê dixwaze pêvajoyê kontrol bike û ev yek jî pirsa, “akademîsyen û pisporên Kurd çiqas di nav amadekirina mifredatê de ne? derdixe holê. Li gor wî, amadekirina bernameya nû bi awayekî zêde di bin kontrola dewletê de dimeşe û ev yek dikare bibe sedema ku ziman û çanda Kurdî bi awayekî sînordar û hilbijartî were çewisandin.

‘Bo mifredatê divê komîteyek hevpar bê avakirin’

Hami ji bo mifredatê komîteyek hevpar pêwist dibîne. Li gor wî, heke her tişt di destê komîteyên fermî de bimîne, dê hem zelaliya pêvajoyê şêlû bibe û hem jî baweriya gelê Kurd a li hemberî vê pêvajoyê lawaz bibe. Enstîtûya Aştiyê ya Kurd jî diyar dike ku pêvajo navendî bê meşandin, dê gelek mamoste, nivîskar û akademîsyenên li ser Kurdî xebitîne ji hêla saziyên fermî ve neyên qebûlkirin û li devreyî pêvajoyê bên hiştin.

Rîska diyarkirina naveroka dersan

Hamî dide zanîn ku di nêzîkatiya Şamê de têgiha ‘yekîtîya neteweyî’ û ‘çerçoveya hikûmeta navendî’ dikare bibe sedema ku di pêşerojê de naveroka dersan, awayê diyarkirina çand, dîrok û şertên hînkirinê tenê li gorî dewletê bên sazkirin. Berpirsn Karên Perwerdehiyê yên Rêveberiya Xweser jî balê dikişînin ser diyarkirina naveroka dersan û dibêjin ger mijar di makezagonê de cih negire, rîsk heye ku îktîdara siyasî naveroka dersan li gorî îdeolojiya xwe diyar bike.

Nêrîna ‘du seat ders’ nayê qebûlkirin

Rayedarên Karên Perwerdehiyê yên Rêveberiya Xweser hevdîtinên xwe bi rayedarên Hikûmeta Demkî re didomînin, lê di mijarekê de bi israr in. Li gorî wan nêrîn û hişmendiya ‘du seat ders’ nayê qebûl kirin. Destnîşan dikin ku ji bo parastin, pêşxistin û veguhastina zimanê Kurdî têrê nake û divê wekî zimanê perwerdehiyê di hemû qadên perwerdehiyê de bêqebûlkirin û bi cih kirin.

Di mijara esasî de nelihevkirin heye

Di çarçoveya nîqaşên li ser perwerdehiyê de herî dawî, hefteya borî komîteya ji bo zelalkirina perwerdehiya Kurdî hatiye avakirin, li Hesekê civiya. Wezîrê Perwerdehiyê yê Şamê Muhammed Turko û Waliyê Hesekê Nûredîn Ehmed jî tev li civînê bûn. Di civînê de aliyê Kurd pêşniyar kir ku tevahiya dersên mifredata perwerdehiyê ya Sûriyê li bajarên Rojavayê Kurdistanê bi zimanê Kurdî bên dayîn. Lê ev pêşniyar ji hêla Mûhammed Turko ve bi sedema, “Ev tê wateya ku Kurdî bibe zimanê duyemîn ê perwerdehiyê. Ne li gorî Biryarnameya bi Hejmara 13an a Serokkomariyê ye.” qebûl nekir.

Biryar ji Komîteya Bilind re ma

Ev hinceta Turko ji hêla Berpirsyariyê Karên Perwerdehiyê yê Rêveberiya Xweser ve hate redkirin. Ji ber ku nakokî çareser nebû, di civînê de biryar hate dayîn ku ev mijar bê taloqkirin û di Komîteya Bilind a Pêkanîna Peymana 29ê Çileyê re bê hiştin.

Etîket: Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)Hikûmeta Demkî ya SûriyeyêPerwerdehiya KurdîPeymana 29ê ÇilePeymana HSDê û Hikûmeta SûriyeyêRêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê SûriyeyêRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê û salvegera damezirandina YPJê

Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê û salvegera damezirandina YPJê

4 NÎSAN 2026
YPJ: Sûriye erênî nêzî beşdariya YPJê bûye

YPJ: Sûriye erênî nêzî beşdariya YPJê bûye

2 NÎSAN 2026
‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

2 NÎSAN 2026
YPJ: Bersiva hemû êrişên çeteyan hat dayin

Heyetek YPJê li Şamê serdanan dike

1 NÎSAN 2026
Parêzgarê Hesekê bi rayedarên hikumetê demkî re hevdîtin pêk anî

Parêzgarê Hesekê bi rayedarên hikumetê demkî re hevdîtin pêk anî

31 ADAR 2026
Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

21 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Amedsporê di rêya şampiyontiyê de derbeyeke giran xwar

    Amedsporê di rêya şampiyontiyê de derbeyeke giran xwar

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hat definkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dadgehê daxwaza girtina alîgirên DAIŞê red kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê dema qîwar e: Gelek fêydeyên wê ji tenduristiyê re hene

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Mbaye Dîagne peyama bi Kurdî: Em qet dev jê bernadin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Koma Berxwedan straneke nû: Rojava Rojhilat e Kurdistan Yek Welat e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bû rojeva medyaya sanal: Wekî Hz. Nûh keştiyek çêkiriye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojeva 14ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welat Çevîren: Birayê min xwe nekuşt

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê dengê xwe bigihînin Serokatiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (521)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne