Heyva Sor a Îranê ragihand ku ji destpêka êrişên Amerîka û Îsraîlê vir ve ziyanên mirovî bi awayekî giran zêde bûne. Li gorî daneyên sazîyê, heta niha herî kêm 787 kes jiyana xwe ji dest dane.
Heyva Sor a Îranê derbarê derbarê windahiyên mirovîn ên di encama şerê Îsraîl û Îranê de pêk hatîn daxuyanî da. Di daxuyaniya sazîyê hate ragihandin ku di çarçoveya operasyonan de 153 navçe hatine hedefgirtin, 504 noqte hatine bombebaran kirin û bi giştî hezar 39 êriş li herêmên cuda yên welêt hatine pêk anîn. Hate gotin ku ev dane li gorî raporên tîmên alîkariyê yên ku li qadê dixebitin hatine berhevkirin.
Çavkaniyên herêmî daxuyandin ku êdî ne tenê cihên leşkerî, tesîsên îdarî û pîşesaziyê jî hedef tên girtin.













