Hêzên Îsraîlê ketin gundewarê Quyentîrayê û gule avêtin welatiyên Sûriyeyî yên li gundê Ufaniya.
Hêzên Îsraîlê ji bendeke xwe ya kontrolê ya li gundewarê bakurê Quneytîrayê gule avêtin welatiyên Sûriyeyî yên li gundê Ufaniya.
Di vê çarçoveyê de, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku 2 balafirên şer ên Îsraîlê li asîmana gelek deverên parêzgeha Derayê geriyan. Lê tu agahiyên der barê êrişan de nehatin bidestxistin.
Li gundewarê başûrê Quneytîrayê jî dewriyeyeke Îsraîlê ya ji 3 wesayîtên leşkerî pêk tê derbasî gundê Seyda Hanût bû, bendeke kontrolê li têketina rojavayê gund danîn. Li wir kesên diçûn û dihatin kontrol dikirin û piştre vekişiyan.












