• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Niyazî Budak piştî 30 salan tehliye bû

    Niyazî Budak piştî 30 salan tehliye bû

    Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

    Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

    Rihayiyan ji bo Mitînga Azadiyê berê xwe da Amedê

    Rihayiyan ji bo Mitînga Azadiyê berê xwe da Amedê

    Li Bexdayê gengelî: Gelek parlamenter û rayedar hatin binçavkirin

    Li Bexdayê gengelî: Gelek parlamenter û rayedar hatin binçavkirin

    Abdullah Ocalan ji bo wefata Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand

    Abdullah Ocalan ji bo wefata Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 28ê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Niyazî Budak piştî 30 salan tehliye bû

    Niyazî Budak piştî 30 salan tehliye bû

    Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

    Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

    Rihayiyan ji bo Mitînga Azadiyê berê xwe da Amedê

    Rihayiyan ji bo Mitînga Azadiyê berê xwe da Amedê

    Li Bexdayê gengelî: Gelek parlamenter û rayedar hatin binçavkirin

    Li Bexdayê gengelî: Gelek parlamenter û rayedar hatin binçavkirin

    Abdullah Ocalan ji bo wefata Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand

    Abdullah Ocalan ji bo wefata Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 28ê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji Wezîrê Îsraîlî Gîdeon Saar têkildarî Rojava angaşta balkêş

Navenda Nûçeyan / AW

12 SIBAT 2026 - 13:32
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Wezîrê Karên Hundir ê Îsraîlê Gîdeon Saar angaşt ku wan komkujiya li Rojava rawestandine û diyar kir ku divê tifaqa navbera Kurdan û Îsraîlê xurt bibe.

Ligel Peymana 29ê Çile ku di navbera Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî ya Sûriyê de pêk hatî, nîqaşên têkildarî êrişên komkujiyên yên li ser Rojavayê Kurdistanê jî didomin. Piştî civînên li Kongreya DYAyê û Parlementoya Ewropayê û rexneyên tund ên li dijî rêveberiyên van welatan, berpirsyariya Îsraîlê ya di pêvajoyê de jî tê nîqaşkirin. Li gorî nêrîna giştî biryara êrişên li ser Rêveberiya Xweser di civîna 6ê Çileyê di navbera Hikumeta Demkî ya Sûriyê, Îsraîl, Fransa, Tirkiye, DYA û Îngilîstanê de li Parîsê çêbûyî de hate girtin. Bi vê boneyê êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê di nav Kurdan de wekî duyemîn komploya navneteweyî û di raya giştî ya cîhanê de jî îxanetek nû ya li dijî gelê Kurd tê pênasekirin.

Ligel Peymana Parîsê angaşta ‘Me komkujî da rawestandin’

Piştî rexneyên tund ên li dijî Îsraîlê û şîroveyên têkildarî rola wê ya di Peymana Parîsê ya 6ê Çileyê de rayedarên Îsraîlê daxuyaniyên nû dan û rola xwe red kirin. Herî dawî Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gîdeon Saar li ser mijarê axivî û angaşt ku komkujiya li Rojavayê Kurdistanê dane rawestandin.

‘Pirsgirêka Kurd ji bo Îsraîlê stratejîk e’

Saar anî ziman ku ji bo komkujiyê rawestîne zextek mezin li DYAyê kirine û xwestine ku pêşiya komkujiyê bigire. Saar wiha axivî: “Pirsgirêka Kurd ji bo di asta stratejîk de girîng e.” Saar anî ziman ku gelek girîngiyê didin mijara Kurdan û ji êrişên li hemberî Kurdan nerazîn e.

‘Divê tifaqa Kurdan û Cihûyan xurt bibe’

Li ser têkiliyên di navbera Kurdan û Îsraîlê de jî Saar daxuyand ku pêwistî bi başkirina têkiliyan heye û wiha domand: “Divê tifaqa di navbera gelê Kurd û Cihûyan de bi hêz bibe.”

‘Pirsgirêka Kurd cihek girîng digire’

 

Di vê navberê de Serokê Civaka Kurd a li Îsraîlê Yehûda Ben Yosef jî di peyamek li ser hesaba xwe ya Xê weşandî de, diyar kir ku ew li ser mijara Kurdan û bi taybetî Rojava bi Wezîrê Karê Derve Gîdeon Saar re 10ê Sibatê hevdîtinek kiriye. Yosef got ku fikarên xwe bi Saar re parvekirine û Saar pêwistiya kûrbûn û eleqedarbûna pirsgirêka Kurd qebûl kiriye. Yosef angaşt ku Saar piştgirî û têkiliya xwe ya bi Kurdan re vegotiye û aniye ziman ku pirsgirêka Kurd di rojeva wî de cihek girîng digire.

Netanyahû dê mijarê bîne rojeva Trump

Yosef derbirî ku Saar diyar kiriye ku di demaka Kurd di bin komkujiyê de bêhelewest nemayîne û bi riya DYAyê ji bo rawestandina komkujiyan ketine nav hewildanan. Yosef got ku ew li bendê ye mijara Kurdan wekî perçeyek aştî û aramiya Rojhilata Navîn bê rojeva Netanyahû û Turmp.

‘Heyetek Kurd ji Almanya tê Îsraîlê’

Di peyamê de Yosef daxuyand ku ji bo xurtkirina têkiliyên Kurdan û Cihûyan dê ji Almanya û welatên Ewropay şandeyek Kurd bê Îsraîlê û ji bo bi rayedarên Îsraîlê re hevdîtinan bikin jî bi Saar re axiviye û li ser girîngiya vê rawestiyan e. Yosef derbarê mahiyeta şandeyê de agahî nedan lê di peyamê de derbirî ku dê ji bo parastina kêmaran li Rojhilata Navîn di nav tevgerê de bin.

Etîket: CihûÎraîlKomkujîKurdKurdistanRojavaYahudî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

25 HEZÎRAN 2026
Saziyên elewiyan qurbaniyên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî

Saziyên elewiyan qurbaniyên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî

21 HEZÎRAN 2026
Li Kurdistanê hişyariya veguheztina tozê

Li Kurdistanê hişyariya veguheztina tozê

20 HEZÎRAN 2026
Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

18 HEZÎRAN 2026
Komkujiya Şemzînanê: Ev 13 sal in tundî didît

Komkujiya Şemzînanê: Ev 13 sal in tundî didît

14 HEZÎRAN 2026
TEV-KOM: Xwendekarên Kurd ne bi tenê ne!

TEV-KOM: Xwendekarên Kurd ne bi tenê ne!

14 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mitîngên Azadiyê li Wan û Mêrsînê bi coşek mezin destpê kirin

    Mitîngên Azadiyê li Wan û Mêrsînê bi coşek mezin destpê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rika li ber bayê zordariyê nehatiye çemandin: Kadîr Înanir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Zimanê Kurdî bi niqaş û axaftinan didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê êrişa polîsan: 2 ciwan birîndar bûn û 6 ciwan hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji bo wefata Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Zimanê Kurdî dest pê kir: Divê her kesên ji xwe re dibêjin welatparêz bi Kurdî biaxivin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Botanî bi dîlana azadiyê ber bi Amedê ve ketin rê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mitînga Wanê ya bi heybet bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (776)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne