Hîvzullah Mûtlû piştî 31 salan girtî ma, ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Panosê ku herî dawî lê girtî bû serbest hat berdan.
Hîvzullah Mûtlû di sala 1994an de li Elihê hat girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) ve cezayê muebedê lê hat birîn. Hîvzûllah Mûtlû piştî 31 salan gritî ma ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Panosê ku herî dawî lê girtî bû, hat berdan. Piştî Hîvzûllah Mûtlû ji girtîgehê derket bi hinceta “leşkerî nekiriye” wî birin Fermandariya Cendirmeyan a Panosê. Mûtlû piştî kar û barên wî yên li Fermandariya Cendirmeyan qediya li vir hat berdan û ji aliyê xizmên xwe ve hat pêşwazîkirin.
Hîvzûllah Mûtlû yê ku diviyabû di Nîsana 2024an de bihata berdan ji ber ferzkirina “poşmaniyê” qebûl nekiribû ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê ve berdana wî du caran hatibû taloqkirin.