Rêberê Hizbûlahê Naîm Qasîm bi boneya kuştina Rêberê Olî yê Îranê Alî Xamaney diyar kir ku dê li dijî DYA û Îsraîlê bisekinin.
Rêberê Hizbullahê Naim Qasim di daxuyaniyekê de li ser êrişên li dijî Îranê axivî û soz da ku rêxistin dê li dijî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîlê bisekine. Qasim kuştina Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney wekî, “qonaxa herî bilind a sûc” bi nav kir û diyar kir ku berxwedana herêmî dê bidome.
Qasim got ku êrişên li dijî Îranê ne tenê li dijî welatekî ne, êrişên li dijî tevahiya hêzên ku xwe beşek ji eniya berxwedanê dibînin e. Qasim got ku Hizbullah dê li gorî şert û mercên herêmê helwest bigire û pêvajoya berxwedanê bidomîne.
Serokwezîrê Lubnanê bersiv da Qasîm
Serokkomarê Lubnanê Nawaf Salam li ser daxuaniya Qasim bersiv da û got ku biryarên şer û aştiyê tenê di destê dewletê de ne. Salam di dema Hizbûllah û alîgirên wê ji bo Xamaney daketîn qadan hat.
Êriş li ser Balyozxaneya DYAyê pêk hat
Di dema xwepêşandanan de hin êrişên moşekî jî hatin ragihandin û balyozxaneya Amerîkayê ya Beyrutê bi sedemên ewlehiyê bi demkî hate girtin.













