HSDê ragihand ku çeteyên HTŞ û SMOyê agirbest binpê kirin û bajarê Zirganê yê kantona Cizîrê topbaran dikin.
Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihand ku çeteyên HTŞ û SMOyê agirbest binpê kirine û ji nîv saetê ve bajarokê Zirganê bi obîsan topbaran dikin.
HSDê da zanîn ku dronên dewleta Tirk jî li ser bajar digerin û der barê zirarên topbaranê de lêkolîn dewam dikin.











