HSDê ragihand ku êrîşên bejahî û hewayî yên dewleta Tirk û Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê didome
Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi vî rengî ye:
“Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di meha sêyemîn de dewam dikin. Ji ber berxwedana lehengane ya şervanên me dagirker û çete nikarin pêş de werin. Duh (Şemiyê) balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li başûrê rojhilatê Minbicê cihên karkeran ên girêdayê Bendava Tirînê bombebaran kirin. Bi obîsên giran û guleyên hawanan jî gundewarê bendavê topbaran kirin. Di encama van êrişan de zerarên madî çêbûn. Li eniya Dêr Hafirê jî şer di navbera şervanên me û çeteyan de qewimîn. Di encamê de hin çete hatin kuştin, lê hejmara wan nehat tesbîtkirin. Gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Dîkan, Melha, Sinaa, girên Sêvê û Qereqozaqê yên derdora Pira Qereqozaqê bi zêdetirî 30 guleyên obîs, tank, roket û hawnan bê serûber hatin topbarankirin. Di encamê de zararên madî gihiştin mal û milkên şêniyan.
Di tevahiya rojê de balafirên şer û yên bê mirov li ser Kobanê, Eyn Îsa û gundewarên wan geriyan.”